• DOLAR 32.594
  • EURO 34.874
  • ALTIN 2505.159
  • ...
"Ji ber hişkesaliyê zeytîn ji Egeyê tê anîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dîlokê ji ber ku zivistan nêzîk bûye zeytîn li dezgahê ciye xwe girt. Esnafên ku zeytîn difroşin diyar kirin ji ber ku hişkesalî ye zeytîn îsal kêm e. Ji ber vî yekê ew îhtiyaciya xwe di serî de herêma Egeyê ji bajarên din temîn dikin.

Adnan Menderesê ku zeytîn difroşe diyar kir ku hesada zeytînê dest pê kiriye lê ji ber ku îsal hişkesalî bûye reqolteya zeytînê pir kêm e.

Menderes diyar kir ku heyama zeytîna şîn dest pêkiriye. Dûvre Menderes wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heyama zeytîna tehmdar a ku di soreyan de cî digire dest pê kir. Li herêma me zeytîn tune. Li herêmên Ege û Akdenîzê zeytîn heye.”

Menderes diyar kir ku zeytîn ji bajarên din tê Entabê. Dûvre Menderes wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îsal ji ber ku li Dîlokê zeytîn hindik e li hinek deran zeytîn tune. Ji ber ku li Entabê zeytîna şîn hindik e ji derveyê bajêr ev zeytîn tê temînkirin. Zeytînên ku em niha difroşin ji Îskenderun û Derekuyuyê tê anîn.”

 “Heyama zeytînê dest pê kir”

Menderes diyar kir ku heyama zeytînê nû dest pê kiriye. Dûvre Menderes wiha axavtina zêde kir: “Gelê Dîlokê dibêje dema ku baran dest pê dike heyama zeytîna şîn jî dest pê dike. Niha ji ber ku li herêma Dîlokê baran nabare û ev zeytîn ji ber ku ya herêmê ye ew dizanin ku heyama zeytînê nehatiye. Lê heyama sezonê dest pê kiriye.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir