• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
"Ji bo Xezaliyên nû bigihijin divê di warê perwerdehiyê de pergaleke nû bê sazkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kaplan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê di bergeha dinamik û danehevên Medeniyeta Îslamê de modeleke nû ya perwerdê bê sazkirin ango divê pergaleke nû ya perwerdehiyê ji nû ve bê sazkirin.

Kaplan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev nûjeniyên ku di warê perwerdehiyê de tên kirin tu fede nade  û li Tirkiyê dibe sedema sekûleriyê.Her roja ku derbas dibe zarokên me dibin êsîrê çanda Xerbê.Ji ber vê yekê divê li Tirkiyê di warê perwerdehiyê de gavên mîna şoreşê bên avêtin.”

Kaplan di her wiha destnîşan kir bi paketa perwerdehiya demkî guhartin nikarin bên kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Meseleya perwerdehiyê meseleya medeniyetê ye.Em li gor çanda Xerbê însanan mezin dikin.Kû dera vê yekê ‘Perwerdeya Netewî ye.’Ji pergela perwerdeyeke ku Xezalî, Îbnî Sîna, Îbnî Erebî, Îmam Rabbanî, Yunus,Mewlana û Sînayên  nû bigihîjîne re hewcîtî heye.Ger ku di naveyna van 10 salan de mudaxele li vê yekê neyê kirin em ê di navbera 2 neslan de winda bibin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir