• DOLAR 32.368
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2325.305
  • ...
"Heke Tirkiye di ewletiyê de bibe ji bo herkesî li herêmê hêviyek heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayîp Erdogan li Konyayê beşdarê bernameya vekirina hinek sazî û bingehavêtina Nexweşxaneya Bajêrê Konyayê û Tunela Alacabeliyê bû.

Serokkomar Recep Tayîp Erdogan li Konyayê beşdarê bernameya vekirina hinek sazî û bingehavêtina Nexweşxaneya Bajêrê Konyayê û Tunela Alacabeliyê bû. Serokkomar Erdogan di bernameyê de di derheqê rojevê de axivî.

“Ez qetîlên Yasîn Boruyî ji bîr nakim…”

Serokkomar Erdogan bal kişand kesên ku hewl dan derbeya 15ê pêk bînin ji teref hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û wan teslîmê darazê kirine. Her wiha Erdogan destnîşan kir ku ew kesên ku hatine girtin nehatine kuştin û armanca wan bixwe jî întîqam nîne. Dûvre Erdogan tezahuratên ku ji teref gel ve wek ‘em îdam dixwazin’ wiha bersivand: “Ev telebekî heqdar e. Xerb çi dibêje bila bibêje min eleqedar nake. Miletê welat min eleqeder dike. Li piraniya welatan îdam heye? Heye. Birayên min biryara vî yekê kîjan der dide? Parlemento dide. Miletê min niha teklîfê li parlementoyê dike. Milet çi dibêje? Îdam. Nexwe parlemento çawa îdamê rakiriye vê carê dê vê yekê gengeşe bike. Dûvre jî divê ku biryara xwe bide. Heke wek biryar îdam tê dayîn divê ku birayên min hewcedariya îcrayê pêk bîne. Heke bimîne hêviya min dê ez pibejirînim. Ez qenaeta xwe wiha zû eşkere dikim. Çima? Ez 241 şehîdên me, di terorê de kesên ku leşkerên me şehîd dikin û qetîlên Yasîn Boruyan ji bîr nakim…”

 “Heke Tirkiye di ewletiyê de bibe ji bo herkesê li herêmê hêviyekê heye”

Serokkomar Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku Dewleta Komara Tirkiyê dewletetî qebîleyî nîne û divê wiha were zanîn. Dûvre Erdogan wiha pê de çû: “Ji ber vî yekê em dibêjin bila tu kes me wek kesên ku tevlê karên hindirê welatê xwe dibe îtham neke. Em bes hewl didin ku pêşeroja milet û welatê xwe wek ewlehî biparêzin. Ev hewl di heman wextê de ew e ku ewlehiya hemî birayên me pêk tê. Rastiyekî jî ev e ku heke Tirkiye di ewletiyê de bibe ji bo herkesê li herêmê hêviyekê heye. Heke Tirkiye di ewletiyê de mnebe ji xwe tu kes di ewletiyê de nîne.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir