• DOLAR 32.369
  • EURO 34.985
  • ALTIN 2325.34
  • ...
Gundiyan ji bo gundê xwe daxwaziya binesaziyê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên Gundê Kirkata girêdayê navçeya Gercewsa Êlihê ye û hezar nifûsê wê heye ragihandin ku gundê wan bê rê, binkeya tendirûstiyê ne û ew bendewar in ku xizmet ji gundê wan re were kirin.

Hat ragihandin ku li Gundê Kirkata navçeya Gercewsa Êlihê ya ku xwediyê şikeft û avahiyên dîrokî ye û gundokên Qesrikê û Kîryasê yên ku girêdayê heman gundê ne kêmasiya xizmetê heye. Ji ber vî yekê nişteciyan diyar kirin ku ew bendewar in ku xizmet ji gundê wan re were kirin.

Gundiyan pirsgirêk û kêmasiya xizmeta gundê xwe ji ÎLKHAyê re ragihandin. Musa Kardaşê ku destnîşan kir ji aliyê binesaziyê ve gundê wan bê rê û binkeya tendirûstiyê ye.

 “Em dixwazin ku rêvebir bi me re tçkevin têkiliyê û pirsgirêkên me çareser bikin”

Musa Kardaş di derbarê mijarê de wiha diyar kir: “Pirsgirêkên me yên binesaziyê hene. Em havînê ji ber bêhna qenalîzasyonê nikarin îdare bikin. Ev dibe sedema nexweşî û mîkrobê. Rêya me xerab e. Dema ku em ji Stenbolê werin heta qada gund diçin. Dûvre wek siwerî bi heywanan diçin gund. Em eşyayên xwe bi heywanan dikêşin.”

Kardaş bal kişand ku wan meaş dane memûrên dewletê û dûvre wan hinek deran sererast kirine. Kardaş belav kir ku di gundê wan de asfalt tune. Ji ber vî yekê dema ku baran dibare rê pirr dibe herî.

Kardaş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gund pirsgirêka wan a qirş û qalan heye. Her kes qirçên xwe davêje hawîrdor. Em diixwazin ku di derbarê vî yekê de çareseriyekê were kirin. Li Gundê Kiratê û gundikên wê Qesrikê û Kîryasê konteynir werin temînkirin.

 “Heke rê neyên sazkirin dê avahiyên li gund hemî xer bibin”

Ji gundiyan Abdullah Temîz diyar kir ku gundê wan ji 2 taxan pêk tê. Dûvre Temîz wiha pê de çû: “Bi tu wechê rê naçe taxa jêrê. Heta hinek malbat ji ber mexdûriyeta terorî mecbûr mane û koçê Êlihê kirine. Malên wan wexta xera bibe. Divê rêya gund were sazkirin. Heke rê neyên sazkirin dê avahiyên li gund hemî xer bibin. Berpirsyarê vî yekê qeymeqamtiya Gercewsê ye.”

Ji gundiyan Mahmut Beyaz diyar kir ku pirsgirêka wan a gund heye û di taxekî wan de rê tune. Di taxa wan a din de jî rê teng in. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir