Li Bidlîsê qedexeya derketina derve hat rakirin
Qedexeya derketina derve ya ku berî niha ji bo 5 gundên ku girêdayê Tatwana Bidlîsê hatibû îlankirin hat rakirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Bidlîsê ve hat dayîn de hat destnîşankirin qedexeya derketina derve ya ku li gundên Odabaşi,Kuşluca, Uçevler, Anadere û Çavuşlarê hatibû îlankirin îro di seat 06.00an de hat rakirin.(ÎLKHA)