• DOLAR 32.575
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2432.882
  • ...
Digel hewaya germ dest bi amadehiya zivistanê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Siwêrega Rihayê beriya ku hewa hêj necemidiye dest bi firotina êzingan a ku ji bo şewata zivistanê ihtîyaciya herî girîng e hat kirin.

Hemwelatiyên ku dest bi amadehiya zivistanê kirine êzingên ku berhev kirine ji bo ku di sobê de bişewitînin hûr dikin.

Ji nişteciyên navçeyê Ahmet Ozturkê ku aboriya xwe bi êzingan temîn dike êzingên ku wek berû ji Çermûkê tên bi xîzara êzingan hûr dike. Ozturk wiha destnîşan kir: “Gel zivistanê wek şewat êzing û sergîn dişewitîne. Bi destpêkirina sermabûna hewayê firotina êzingan jî dest pê dike. Malbat êzingê gor ihtîyaciya xwe distîne.”

Li navçeyê êzinga ku piştî wek şewat bikaranîna ceyran û gaza xwezayî zêde bûye kêm e. Welatiyên ku rewşa wan a madî baş nîne berê xwe didin êzingan. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir