• DOLAR 32.516
  • EURO 34.841
  • ALTIN 2494.103
  • ...
İdîaya ava avêtî ya karxaneya ku 1,5 milyon masiyan telef kiriye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Çîvrîla Denîliyê hat idîakirin ku ji ber ava avêtî ya karxaneyê ya ku nêzî tesîsa mesiyan e 1,5 milyon masî telef kiriye. Hat diyarkirin ku fîrma 3,5 milyon TL zerar kiriye û di derbarê bûyerê de jî tehqîqat hatiye destpêkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku nîvê masiyên ku di 44 hewzan de tên xwedîkirin telef bûne û hema hedîse di sala 2013an de ev cara 5an e ku qewimiye. Hat ragihandin ev firmaya ku wek salane 15 milyon Euro îxracat dike û ji 2013an pê ve ji ber vî yekê 12 milyon TL zirarê kiriye.

 “Were tu li kû derê dixwazî me gilî bike, ji xwe hemî ji me ne”

Ji rêvebirên tesîsa masiyan Yasîn Ozpek diyar kir ku ev cara 5an e ku masî telef bûne. Ozpek diyar kir ku ji sala 2013an pê ve tu kesî ji bo vî yekê pêşgirî nekiriye. Dûvre Ozpek wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ev yek cara ewil pqewimî me mijarê wek gilî ji derên ku hewce dike re ragihand û mijar di dadgehê de cî girt. Lê di dadgehê de biryarekî pir ecêb hat dayîn. Hat diyarkirin ku masiyên me ji nexweşiyê telef bûne. Karxane, avêtiyên xwe yên wekê lîtrîk asît û melzemeyên ku tên bikaranîn li kêleka fabrîqeyê dirije û ev yek jî dibe sedema mirina heywanan. Divê ku yekê vî bide sekinandin.”

 “Me çendîn bar nivîs nivîsî lê me cevab hilnegirt”

Serokê Şaredariya navçeya Çîvrîlê Gurcan Guven diyar kir ku ji ber ava avêtî ya karxanê di 6 mehan carekî de qetlîamekî wiha çêdibe. Guven bal kişand ku rafînaja avê ya tesîsê kafî nîne. Dûvre Guven wiha pê de çû: “Dema ku di vî heyamê ava avêtî tê berdan heywan bi jehrê dikevin. Her wiha ev ava vexwarinê ya herêmê ye. Me vî yekê ji Walî, serokê me ya şaredariyê, Qeymeqamtiya Dînarê, Walîtiya Afyonê û şaredariya Dînarê re ragihand. Lê tu biryar nehat dayîn. Pirsgirêka cidî ya golê heye. Me çendîn bar nivîs nivîsî lê bersiv nehat dayîn.”

Her wiha rêvebirên karxanê destnîşan kirin ku ev idîa rast nînin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir