• DOLAR 32.324
  • EURO 35.151
  • ALTIN 2295.605
  • ...
"Ji ber nasnameya siyasî ya cuda qetilkirina însanan ji gel re îxanet e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Cemiyeta Mafên Însanan ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji ber nasnameya siyasî ya cuda qetilkirina însanan ji gel re îxanet e û ji aliyê nirxên însanan ve îzahata vê yekê tune.

Di daxuyaniya ku ji hişmendiya zorbe ya ku hewl tê dayîn hemî civakê têxe nav hawîrdora rêxistinê de hat destnîşankirin ku PKK div an demên dawî de êrîşên ku siwîl û siyasiyan dike hedef lidar dixe.

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat belavkirin: “Ev êrîş dide nîşandan ku tehemula hişmendiyê ji tu sazî û ramanên ku wek wê nafikire re tune û ji bo ku vê yekê biqutifîne her bûr rê û rêbazê diceribîne. Tu îzahata ku binasiya wê tune û bes ji ber nasnameya siyasî ya cuda qetil tên kirin bi tu wechê nayê qebûlkirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hişmendiya yekparêz bi zorî hewl dide ku hemî civakê têxe nav hawîrdora rêxistinê. Dûvre wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ev rêxistina ku xwedî hişmendiyên wiha çewt û texrîbkar e û vî yekê ji civakê re rewa dibîne di serî de îxanet li gelê me dike. Ev rêxistina tekparêz a ku gel tehqîr dike û ehemiyetê nade fikr û ramanên wê tu fayde û sûdê nade gelê me. Di vê ku ev hişmendî were redkirin û mekanîzmayên adil û siyasî were tetbîqkirin. Nexwe dê hesta edaletê ya gel zirarê bibîne û civak têkeve nav qaos.”

Di encama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wek zanîn bi êrîşan hizûr û aştiya civakê tê hedefgirtin. Ev êrîş hatin şermezarkirin û ji kesên ku hatine qetilkirin re ji Xweda rehmet hat xwestin û serxweşî li malbtên wan hat dayîn. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir