• DOLAR 32.379
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2325.646
  • ...
 "Muherrem, meha raperîn û qiyamê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Abdulqudus Yalçin bi wesîla roja Aşurê ya ku salvegera qetla Hz Huseyn û 72 yarenên wî ya li Kerbeleyê ya di meha Muherremê de ji ÎLKHAyê re nirxandin kir.

Mela Abdulqudus Yalçin bal kişand ku meha Muherremê û roja Aşurê ji bo Mislimanan ders û îbretên mezin di nav xwe de dihewîne. Ji ber bî yekê pêwîst e ku Misliman dijî zulm û neheqiyê qiyam bikin.

Yalçin ragihand ku Hedîsa Kerbelayê roja Aşurê birîngtir kiriye. Dûvre Yalçin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wekê ku hun dizanin di hedîsa Kerbelayê de begê şehîdan û ehlê beyta Hz Muhammed bi şiklekî zalimane û wehşiyane hatin qetilkirin. Muherrem, meha raperîn û qiyamê ye. Ji ber vî yekê divê ku Misliman bi tu wechê zulmê qebulkirin.”

Mela Abdulqudus Yalçin bal kişand ku meha Muherremê û roja Aşurê ji bo Mislimanan ders û îbretên mezin di nav xwe de dihewîne. Dûvre Yalçin wiha pê de çû: “Çawa ku Îmam Huseyn wê rojê canê xwe feda kir divê ku em jî bi vî şiklê hereket bikin û ji hedîseya Kerbela îbret û dersên mezin derêxin û dijî zulmê huşyar bibin.”

Mela Qudus hedîsa Resulullah (as) wiha anî bibîranîn: “Heke yekî ji we xirabiyekê bibîne bila wê bi destê xwe sererast bike. Heke vî yekê nikare bila bi zimanê xwe sererast bike. Heke ku wî yekê jî nikare bila bugz bikin. Ev yek jî mertebeya herî zeîf e. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir