Li Wanê di heman demê de li HDP û DBPê operasyon: 40 binçavî
Hat ragihandin li Wanê di heman demê de li dijî teşkîlatên HDP û DBPê operasyon hatin kirin, di operasyonên ku hatin kirin de hevserok jî di nav de nêzî 40 kesî hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin îro di wextên şeveqê de li navend û navçeyên Wanê li dijî HDP û DBPê di heman demê de operasyon hatin kirin.Di operasyonan de hevserok jî di nav de nêzî 40 kesî hatin binçavkirin.Hat hînbûn di avahiyan de lêgerîn berdewam dikin.(ÎLKHA)