• DOLAR 32.57
  • EURO 35
  • ALTIN 2427.624
  • ...
Serokê AK Partiyî yê ku hat qetilkirin dihat tehdîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ecer di berdewama axavtina xwe de diyar kir xalê wî ji bo hisaba rojane diçû petrolê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xalê min li petrolê bi tena serê xwe bû, xalê min li ber çavan bû qurban.Êşa me mezin e.Qet nebe ji îro pê ve bila tedbîran bistînin.Bila dê û zarok negrîn.”

 “Rêxistin jê re digot ‘Dev ji seroknavçetiyê berde û biçe mala xwe”

Ecer di berdewama axavtina xwe de destîşan kir PKK gef li xalê wî dixwar û wiha li axavtina xwe zêde kir: “PKK her tim gefê li xalê min dixwar û jê re digot ‘Dev ji seroknavçetiyê berde û biçe mala xwe.’Ji ber vê yekê xalê min qerar da mala xwe ji van deran bar bibe.Lê nizanim dû re çi bû û wî qerara xwe guhert.Berpirsiyarê vê yekê ew kesên ku qerara wî dane guhartin in.”

Li gor agahiyên ku ji şahidan hatine wergirtin êrîş dema ku Aktert bi tena serê xwe bû hatiye kirin û kesên ku ewil çûne hawara Aktertî karkerên ku li mêvanxaneya petrolê diman çûne.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir