• DOLAR 32.569
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2435.887
  • ...
Di 6-8ê Cotmehê de dîmenên ku îşaretê qumpasê dike derketin holê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sêrtê di qetlîamên 6-8ê Cotmehê de hêzên FETOîst û PKKyiyên ku di wextê êrîşên hatibûn lidarxistin de helwestên pir bi rehet hereket dikin. Ev yek jî dide nîşan ku qumpasekî çawa hatiye lidarxistin. Dîmenên ku hatin bidestxistin eşkere ye ku ji bo gelê herêmê qumpasekî çawa hatiye lidarxistin.

Wekê ku tê bibîranîn di Cotmeha sala 2014an de bi bangewaziya Selahattîn Demîrtaş alîgirên PKK û HDPyê derketibûn kolan û kûçeyan. Dîmenên nû yên di derbarê wî rojê de derketin holê.

Di dîmenên ku hatine bidestxistin de tê dîtin ku li Sêrtê têkiliya PKK-FETO çawa bi hev re hatiye lidarxistin û ji bo gelê herêmê qumpasekî çawa hatiye amadekirin.

Di dîmenên ku ÎLKHA bi dest xistiye de PKKyiyên ku gel qetil dikin û hinek midûrên polêsan û leşkerên payedar çawa ji hev haydar in. Her wiha tê dîtin ku kolanên Sêrtê bûne kavil û di gel emrê Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz hinek polês û leşkerên payedar PKKyiyan dibînin lê tevlê wan nabin.

Di dîmenan de tê dîtin leşkerekî yê piştî ku PKKyiyan dibîne dibêje; ‘cem her 5 kesan jî çek hene. Ez gule berdim wan?’ kesê ku li wir e jî dibêje; ‘berde cem wan, berde cem wan.’

Di dîmenekê din de jî tê dîtin ku leşkerekî piştî ku PKKyiyan dibîne gule berdide wan. Ji vî yekê re leşkerekî payedar hêrs dibe û dibêje; ‘yaw bisekine, bisekine.

Di qeydan de tê dîtin ku polêsekî PKKyiyên rûpêçandî yên xwedî çekên luledirêj dibîne û wek anons dibêje; ‘erê derket. Min dît. Qomser min dît. Çekê bi lingê xwe ve dikêşe.”

Di qeydan de eşkere tê dîtin ku deng ji PKKyiyên xwedî çek re nayê derxistin û dûvre heman PKKyî berik berdidin leşker û polêsan.

Di bûyerên 6-8ê Cotmehê de malên hinek kesan bûbûn hedef û çendîn car ji bo vî yekê li polêsan telefon hatibû kirin û polêsan jî wek bersiv; ‘em nikarin werin. Ji xwe re çare kî bibînin.’ axavtin çêbibû. Her wiha dengê xwediya mala ku Yasîn Boru jî tê de hatibû qetilkirin têketibû çapemeniyê û helwestên polêsê yên di dema axavtinê de bala mirov kişandibû.

Her wiha piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê têkiliya FETO û PKKê yên bi hev re derketibû holê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir