• DOLAR 32.564
  • EURO 34.935
  • ALTIN 2426.092
  • ...
"Fitneya Mezhebî ji midaxalekirina alema Îslamê re derî vedike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Erdogan di şuraya bi navê ‘Li Avrasyayê Îslam; Yekitiya Dijî Îstîsmara Dînê, Persrektîfa Alîkarî û Pêşerojê’ ya ku li Qesra Dolmabahçeyê de pêk hat de axivî. Erdogan ragihand ku li Sûrî, Iraq, Yemenê heman lîstik berê jî li Lubnan û heta Tirkiyê heman bazî û lîstik hat lîstin.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku şura baş derbas bibe û bibe wesîla xêran temenî kir û di domahiya axavtina xwe xwe ya ku li Qesra Dolmabahçeyê de pêk anî de bal kişand ku bazî û lîstikên li herêmê tîn lîstin wekê hev in.

 “Dînekê min a bi navê Şîatî û Sinîtî tune”

Erdogan destnîşan kir ku alema Îslamê bes di bin navê terorê de nalîn û zarîn nake. Di heman wextê de ev yek wek behane û hincet tê dîtin da ku were beşdarkirin. Dûvre rdogan wiha pê de çû: “Bi taybet dema ku mirov li kesên ku di êrîşên li Rojhilata Navîn, Afrîqaya Başûr û Asyaya Başûr mêze dike Misliman in û kesên kui dikûje jî Misliman. Kesên ku dikûje dibêje Allahû Ekber ya ku dimire jî bi Allahû Ekber nefesa xwe ya herî dawî dide. Li vê derê pirsgirêkekê pir mezin heye. Ev yek dibe sedem ku erdnîgara Îslamê ji midaxaleyan re were vekirin. Her wiha mesele bes ev nîne. Fitneya Mezhebî ji midaxalekirina alema Îslamê re derî vedike. li Sûrî, Iraq, Yemenê heman lîstik berê jî li Lubnan û heta li Tirkiyê heman bazî û lîstik hat lîstin. Dînekê min a bi navê Şîatî û Sinîtî tune.”

 “Heke ku çalakvan Misliman bibe wek teror tê heksibandin, heke Misliman nebe qala wê qet nayê kirin”

Serokkomar Erdogan belav kir êrîşên ku li welatên Xerbê, di 11 Îlona 2001an de piştî êrîşên ku li Amerîka hat lidarxistin de dest bi dijmintiya Îslamê hat kirin û ev dijmintî roj bi roj zêde bû. Dûvre Serokomar Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êrîşên ku DAÎŞ li Sûrî lidar dixe her çi qas li pişta wê hêzên tarî hebin ev yek dibe sedema xurtbûna komên dijî Îslamê. Heke ku çalakvan Misliman bibe wek teror tê heksibandin, heke Misliman nebe qala wê qet nayê kirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir