• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
HUDA PAR ji cinayetên siyasî yên PKKê re bertekeke tund nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve daxuyaniyekê nivîskî hat dayîn. Di daxuyaniyê de cinayetên PKKê yên ku di van demên dawî de li dijî siyasetmedarên AK Partiyê tê lidarxistin bi şiklekî tund şermezar kir û bal kişand ev cinayetên ku tên kirin bes ji hêzên emperyalîst re xizmet dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PKK gor ajandayên hêzên kureyî yên emperyalîst di erdnîgara Kurdan de qaosê zêdetir dike û ev rêxistin di bergeha vî yekê de dest bi cinayetên siyasî kiriye da ku zext û qutifandinê pêk bîne.

“Em van êrîşên tirsnak şermezar dikin”

Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşan kirin: “Rêxistina çekî bi siyaseta çal û berîqatan a ku gelê Kurd red dike întîxar kiribû û bi vî yekê gora xwe bi xwe vedabû. Bi vn êrîşên herî dawî re hewl dide ku HDPê jî têxe nav gorê. Di vî bergehê de PKK saziyên AK Partiyê ji xwe re kiriye hedef û div an çend hefteyên dawî de siyasetmedarên AK Partiyî yên li Colemêrg, Şemzinan, Qerqelî (Özalp) û Pîranê qetil kiriye. Em van êrîşên tirsnak şermezar dikin û êrîşên ku saziyên siyasetê ji xwe re kirine hedef wek nayê qebûlkirin dihesibînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de rehmet ji kesên ku hatine qetilkirin re hat xwestin û serxweşî li malbatên wan û saziyên AK Partiyê hat dayîn. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir