• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Di Girtîgeha Vekirî ya Gemlîkê de ji mehkûman re muemeleya 28ê Sibatê!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xizmên mehkûman idîa kirin ku di Girtîgeha Vekirî ya Gemlîkê de di derbarê cil û bergan de zext tên kirin û ji xeynî şalwar û rihberdanê her cûr cil û berg serbest e.

Gor agahiyên ku ji xizmên mehkûmên ku di Girtîgeha Gemlîkê de dimînin hatine bidestxistin di Saziya Înfaza Cezaya Vekirî a Gemlîkê de ji teref rêvebiriya girtîgehê ve qedexeya rihberdan û wegirtina cil û bergên fireh tê qedexekirin.

Xizmên mehkûman ji ber ku ji xeynî şalwar û rihberdanê her cûr cil û berg, şewqe serbest e bertek nîşan dan. Ferhat Sarmanê birayê Murat Sarmanê ku di Saziya Înfaza Cezaya Vekirî a Gemlîkê de mehkûm e ragihand ku rêveberiya girtîhehê ji bo wegirtina şalwarê astenî derxistiye.

 “Ji ber ku kekê min rih berdaye di derbarê wî de girtename hatiye girtin”

Sarman diyar kir ku rêvebiriya girtîgehê ji rihê wî re jî astengî derxistiye. Dûvre Sarman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rêvebiriya girtîgehê ji ber ku kekê min şalwar wegirtiye û rih dirêj kiriye di derbarê vî yekê de girtename girtiye. Kekê min ji vî yekê pir nerehet e. Ji ber vî yekê ew naxwaze ku em biçin dîtina wî.”

Sarman destnîşan ku wî bi malbatên mehkûmên din re jî ji bo vê yekê hevdîtin kiriye. Sarman ragihand ku ew jî ji vî muameleyê gilîdar in.

 “Ez dixwazim ku rêvebir li ser vî mijarê bisekinin”

Sarman nerehetiya xwe ya di desrbarê mijarê de anî ziman û diyar kir di serî de Serokwezîrtî ew dixwaze ku Wezîrtiya Edaletê û Wezîrtiya Karûbarên Derve vî neheqiyê çareser bikin. Dûvre Sarman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi cil û bergên ku xelk li xwe dike eleqedar nabin. Çima kinc û rihê me hinek kesan nerehet dike? Ev bes armanc û nêrînekî siyasî ye.”

Rihberdan, wegirtina şalwar, take û pêçê qedexe ye

Celal Adanurê kekê Bîlal Adanurê ku di heman girtîgehê de mehkûm e destnîşan kir ku wî bi birayê xwe re hevdîtin kiriye. Di hevdîtinê de birayê wî gotiye rih, şalwar, take û pêç di girtîgehê de qedexe ye.

Midûrê Girtîgehê: Heke tiştekî wisa hebe dê were sererastkirin

Midûrê Girtîgeha Gemlîkê Hasan Torun di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî. Torun diyar kir ku muameleyekî taybet a wiha tune. Di derbarê cil û bergan de qaîdekî gelemperî heye. Torun diyar kir heke tiştekî wiha hebe dê di civînê de ser were sekinandin û dê were sererastkirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir