• DOLAR 32.527
  • EURO 34.89
  • ALTIN 2430.862
  • ...
Mehkeme di Doza Îhya-Derê de qerara beratê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî niha 16emîn Mehkemeya Cezayê ya Dadgeha Bilind  dosyaya Îhya-Derê bi teleba beratê xera kiribû. Di doza  ku li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Xarpêtê hat dîtin de ji 18 kesên ku di dosyaya Îhya-Derê de hatibûn mexdûrkirin re qerara beratê hat dayîn.Bi vê berata ku hat dayîn masûmiyeta 18 kesên ku bi kumpasên FETO dihatin mexdûrkirin hat îspatkirin.

Di derbarê mijarê de parêzerê dozê Engîn Alanoglu destnîşan kir di derbarê temamê mexdûran de qerara beratê hat dayîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev qerar, qerareke ku em li benda wê bûn, bû.Lê belê bi derengî hat dayîn.Di vê bergehê de divê ev dosyaya Îhya-Derê ji dosyayên mîna vê re bibe mînak.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir