• DOLAR 32.371
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2325.83
  • ...
Malbatên mehkûman li ber girtîgehê qala zûlma FETO kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên 28ê Sibatê û FETO li ber Saziya Înfaza Cezaya Girtî ya Tîpa Fyê ya Wanê daxuyaniya çapemeniyê lidar xistin. Malbatan ji bo ku mexdûriyetên wan were temînkirin wan xwestin ku ji nû ve rêya darizandinekî vebe.

Fehmî Balka li ser navê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên 28ê Sibatê û FETO daxuyaniyê xwend. Balka destnîşan kir ku ew efû naxwazin. Ew bes darizandinekî adilane dixwazin.

“Di 20 salên dawî de gelek kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin hene”

Balka ragihand ku di 20 salên dawî de gelek kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin hene. Dûvre Balka wiha li axavtina xwe zêde kir: “FETOya şebekeya fesadiyê piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ji teref dewletê ve operasyonên dijî vî rêxistina ku li saziyên dewletê bicî bûne tên kirin. Di serî de Herbiye, Milkiye û Adliye herê kêm 40 sal e ku bi hîle şantaj, tehdît û qumpasan endamên xwe bicî kiriye. Her çi qas raya giştî ji dozên Ergenekon, Balyoz, Casustiya Leşkerî, lêpirsînên 17-25ê Berfanbarê û hewldana derbeya 15ê Tîrmehê xeberdar bibe ev FETOya şebekeya fesadiyê di serî de kesên dîndar di 20 salên dawî de gelek kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin hene.”

 “Divê kesên ku ji teref FETO ve bi şiklekî neheqî hatine girtin neyên jibîrkirin”

Balka bal kişand divê kesên ku ji teref FETO ve bi şiklekî neheqî hatine girtin neyên jibîrkirin. Dûvre Balka wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi sedan kesên mesûm û belengaz hêj jî bi etîketa terorîstê di zindanan de umrê xwe derbas dike. Îfade û îftiraname, ,idîanameyên ku dozgerên FETO amade kirine û bryarên  ku ji teref polêsên endamên FETO ve hatine dayîn û bi îşkence, qumpas û îftirayan ev însan hatin hatin girtin. Em di pêvajoyekî ya ku di beşên dewletê bi taybet di qadên daraz û ewlehiyê de endamên FETO tên paqijkirin de ne. Bi vî hereketa paqijiyê re pêwîste e kesên ku ji teref FETO ve bi şiklekî neheqî hatine girtin neyên jibîrkirin.”

Balka wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çendîn sal e ku rêxistinekî desthilatdariya dewletê, meqamên wê û nifuz û derfetên wê bikar tîne û her wiha tank, top, tifing û balafirên dewletê dijî gel bikar tîne û jpi bo ku di saziyên dewletê de bicî bibe heye. Ev rêxistin zûlm û neheqî li ewladên ezîz ên vî gelê kirine. Di wextê de ev însanên mesûm û belengaz bi hinceta terorîstiyê hatine cezakirin. Hêj jî ev di girtîgehê de tên girtin. Gelo ev yek bi edalet, maf û însaniyê tê îzahkirin. Ji bo ku edalet û heqqaniyet were tesîskirin divê ku ev însanên mesûm werin serbestberdan.”

Balka diyar kir ew dixwazin kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin maf û heqên wan ji nû ve werin dayîn. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Ji ber vî yekê di serî de dozên Hîzbullah, Sîwas, Umut, Îslamî Hareket, ÎBDA—C û Hîzbuttahrîr gelek kes bi qumpas, îşkence û îftirayên şebekeya fesadê ya FETO û saziyên din hatine girtin. Em dixwazin ku hûn bi hemî derfetên xwe ji bo ku ev kes werin serbestberdan hewl bidin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir