• DOLAR 32.53
  • EURO 34.892
  • ALTIN 2485.475
  • ...
"Di 6-8ê Cotmehê de li Diyarbekirê Kerbelaya esra me hat jiyan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Di 6-8ê Cotmehê de li dijî temamê nirxên me şer hat destpêkirin”

Di bernameya ku hat tertîpkirin de Lêkolînvan-Nivîskar Zulkuf Yel di derbarê girîngîya mijarê de axavtinek kir.Yel, di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir  ev memleket di sala 2014an de bû şahidê wehşeteke nedîtî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Însanên ku tu sûc û qebahata wan nîn bû hatin şehîdkirin, bajêr hatin wêrankirin, mescîd û mizgeft hatin xerakirin, Qur’ana Kerîm hat şewitandin.Li dijî temamê nirxên me yên pîroz şer hat vekirin. Di 6-8ê Cotmehê de li Diyarbekirê Kerbelaya esra me hat jiyan.Wê rojê li meydanan Huseyîn û Yezîd hebûn.Wê rojê mumin ji ber ku îman bi Xwedê anîbûn  bi mezlûmane hatin şehîdkirin û bi şikleke hovane hatin qetilkirin.”

Yel di berdewama axavtina xwe de diyar kir di êrîşên 6-8ê Cotmehê de hewil hat dayîn temamê Mislimanan bên îmhakirin û wiha destnîşan kir: “Armanca PKK/HDPê şerkirina bi Îslamê re ye.Zalim wê rojê li Kurdistanê hewil dan qetlîameke mezin bikin.Dema ku em haziriya wan dinêrin, em dibînin ku hewil hat dayîn Rojhilat  û Başûrê Rojhilat bibe wêran da ku ji darbê re bingeh bê avêtin.Di ve teşebûsa ku bi piştevaniya hêzên şer ên navnetweyî hat kirin de dewlet bi hinceta pêvajoya çareseriyê qet dengê xwe ji van vandal û hovan re dernexist û mudaheleyî wan nekir.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir