• DOLAR 32.383
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2326.314
  • ...
"Gelek mezlûmên ku FETO wan mexdûr kiriye hene"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lêgerîna mafan a malbatên mexdûrên 28ê Sibatê û FETO didomin. Malbatên mehkûmên xwedî nasnameyên Îslamî yên ku di encama qumpasên FETO de hatine girtin hatin cemhev û Înîsîyatîfa Malbatên mexdûrên 28ê Sibatê û FETO pêk anîn.

Înîsyatîf Memur-Sen, Weqfa Dawet û Biratiyê û Weqfa Ay-Der û Medeniyetê Serokatiya Şaxa Weqfa Entabê ziyaret kir. Malabtên mexdûr neheqiyên ku li wan hatine kirin ragihandin û destnîşan kirin divê ku rêya darizandinekî nû were vekirin û ji Serokê Şaxa Entabê ya  Memur-Sen û Egîtîm Bîr-Senê Ahmet Gokê alîkarî xwestin.

Adem Kilinçê ku ji endamê înîsîyatîfê ye diyar kir ku ew ji bo ku qala mexdûriyetên xwe bikin û ji bo kesên ku di encama qumpasên FETO de hatine cezakirin re rêya darizandina nû vebe daxwaziyan wan heye. Her wiha Kilinç destnîşan kir ku endamên Balyoz û Ergenekonê hatine berdan. Lê mehkûmên Yusufî yên ku ji 24 salan zêdetir e ku di zindanan de ne hêj nehatine berdan.

“Înşaellah dê edalet ciyê xwe bigire”

Serokê Şaxa Entabê ya  Memur-Sen û Egîtîm Bîr-Senê Ahmet Gokê ku guhdariya pirsgirêk û telebêb malbatên mexdûr kir. Dûvre Gok wiha li axavtina xwe zêde kir: “Van malbatan pirsgirêkên xwe ji me re ragihandin. Di pêvajoya 28ê Sibatê de û piştî wê qala hinek darizandinên neheqiyê hatiye kirin. Ji me re mektubekî anîne. Ev mektub ji zindanê hatiye. Gor idîayên di vî mektubê de bê delîl darizandin çêbûye û wek sûcdar hatine hesibandin. Înşaellah dê darizandina ji nû ve pêk were.”

Dûvre malbatên mexdûrên FETO Serokatiya Şaxa Entabê ya Weqfa Medeniyetê ziyaret kirin û qala mexdûriyetên xwe ji Serokê Bajêr Yakup Erarslanê re kirin.

Sadik Arslanê lawê Nurî Arslanî diyar kir ku bavê wî ji teref hakim û polêsên FETO ve hatiye girtin. Arslan diyar ku îro hakim û dozgerên ku bavê wî girtine di zindanan de ne. Lê hêj bavê wî di hindir de ye.

Îbrahîm Hanîfî Saînê lawê Melek Saînê ku ev 14 sal a di hindir de ye jî heman pirsgirêkê anî ziman û diyar kir divê ku darizndinekî ji nû ve ji bo mexdûran çêbe.

Ramazan Kîraz li ser navê Weqfa Medeniyetê axivî. Kîraz diyar kir ku kesên dîndar di wê pêvajoyê de di çarçova daxwazên FETO de hatine darizandin. Ji ber vî yekê wî bal kişand pêwîst e ku darizandinekî ji nû ve çêbe.

Herî dawî malbatan Serokê Weqfa Şaxa Entabê ya Davet û Biratiyê Muhammed Talha Ozdemîr û Suleyman Atayê ji rêvebirên AYDERê ziyaret kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir