• DOLAR 32.487
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2431.709
  • ...
Yasîn Oktay guhdariya malbatên mexdûrên FETO kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên 28ê Sibatê û FETO yên ku ji malbatên mehkûmên nasnameyên Îslamî pêk tê Serokatiya Bajarê Êlihê ya AK Partiyê ziyaret kirin û bi Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay re hatin cemhev.

Malbatên mexdûrên 28ê Sibatê û FETO ji Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay qala mexdûriyetên xwe kirin û daxwaziya piştgiriya di derbarê vî yek de kirin. Mehmet Şatê ji malbatên mexdûr wiha diyar kir: “Ev 25 sal e birayên me yên ku di hindir de ne hene. Derbeya 15ê Tîrmehê pêk çêbû û kesên ku dijî vî derbeyê micadele kirinpiraniyê wê dîndar bûn. Malbatên ku zarokên wan di hindir de ne bûn. Dîsa heke sibê hewldana derbeyê çêbe dê ew canê xwe feda bikin. Ji ber vî yekê fikra me ew e ku şert û mercên siyasî jî musaîd in. Em hewce dibînin ku di derbarê mrhkûmên Misliman de xebatek pêk were û rêya darizandina ji nû ve vebe. Di derbarê vî yekê de em daxwaziya alîkariya we dikin.”

“Îmza ji hinek biryarên ku wek cinayet tê hesibandin re hatiye avêtin”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Aktayê ku guhdariya pirsgirêkên malbatên mexdûran kir wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku yek û yek li dosyayên ku hakim û dozgerên FETO îmza kirine tê mêzekirin di wan hemî dozan de di bergeha hedef û armancan de îmza ji hinek biryarên ku wek cinayet tê hesibandin re hatiye avêtin. Di çarçova vî yekê de wek Saziya Mafên Însanan a AK Partiyê em fikirîn ku di derbarê vî mijarê de bixebitin. Me di derbarê wê yekê de wisa biryar da û niha em di derberê mijarê de xebatekê dikin.”

“Saziya paralel nexwestiye ku wek reqîb ji xwe re kesî bibîne”

Aktay wiha li axavtina xwe domand: “Ez bawer im ku dê em di derbarê vî yekê de gav bavêjin. Ev gor nezera min e. Gelek neheqî hatine kirin. Di gelek dozan de saziya paralel nexwestiye ku wek reqîb ji xwe re kesî bibîne. Zêde tevlê PKKê nebûye. Wisa xuya dike ku bi PKKê re lihev hatine. Ji xeynî PKKê ji rêxistin û saziyên ku hinek dîndar in û eleqeya wan bi dînê û re heye komplo û qumpas li dar xistiye. Ev pir eşkere ye.”

Huseyîn Olam li ser navê malbatên mexdûr axivî û diyar kir ku wek malbatên mexdûr wan înîsîyatîfekê damezrandine û daxwaz dikin ku kesên ku ji teref polês û daraza FETO/PDYyê ve hatine mehkûmkirin bila ji nû ve werin darizandin.

Her wiha Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay ji Olamê aqûbeta Cevzet Soysalê ku li Êlihê 18 sal berê ji teref polêsan ve hatibû qetilkirin pirsî. Olan wek bersiv ragihand ki di derbarê mijarê de tu geşedan çênebûye. Li ser vî yekê Aktay diyar kir ku dê dûbare li ser dosyeya Cevzet Soysalî bisekinin. (ÎLKHA) 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir