• DOLAR 32.555
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2422.393
  • ...
Abdurrahman Kurt bi malbatên Yusufiyan re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên mehkûmên Îslamî yên ku di encama qomplo û qumpasên cûr bi bûr de têketine girtîgehê hatin cem hev û Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên 28ê Sibatê û FETO pêk anîn. Malbetên Înîsîyatîfê bi Abdurrahman Kurtê parlementerê dewra 23 yemîn re hevdîtin kirin.

Serokê Komeleya Yusufî-Derê Mîrhan Ozbeklî jî beşdarê hevdîtina ku li Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê de pêk hat de bû.

Serokê Komeleya Yusufî-Derê Mîrhan Ozbeklî di hevdîtinê de diyar kir ku bi sedan kes ji ber Sîwas, Hîzbullah, Metîn Kaplan, Hîzb-ut Tahrîr, ÎBDA-C û Hereketên Îslamî herî kên 15 sal e ku di girtîgeh û zindanan de ne.  

Ozbeklî ragihand piştî ku FETO Daîreya Cezaya 9 emîn a Dadgeha Bilind bidest xist mexdûriyeta wan zêdetir bû. Dûvre Ozbeklî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku me dadgehên mehelî îqna dikir ev dosya ji Dadgeha Bilind vedigeriya. Di pêvajoya ku ev xurt bûn de ev dosya hatin pejirandin. Îro ev mexdûriyet didomin. Mînak; di dosyeya Sîwasê de min di girtîgehê de bi gelek kesan re hevdîtin kir. Gelek kesên ku di bergeha vî dosyayê de hatine cezakirin têkiliya wan bi tu sûcê re tüne. Niha nêzî 500 kes ji ber hesesiyetên xwe yên Îslamî di girtîgehan de ne.”

“Em di wê baweriyê de ne ku ew di şûna delîlên ku hene de bi delîlên ku wan bi xwe amade kirine ceza dane”

Ozbeklî ragihand ji bo ku bibe îktîdar saziya paralel her rê û rêbazê ceribandiye. Dûvre Ozbeklî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi taybet di wê heyamê de em dibînin ku Cemaeta Hîzbullah bûye hedefa FETO. Di hevdîtinê heyama binçaviyê de di operasyonên ku dihatin lidarxistin de nêrîna dozgeran wiha bû. Dozgeran digotin; ‘em dixwazin Kurdistanê dîzayn bikin. Em mecbûr in komên ku dê di vî herêmê de saz bibin bi şiklekî berteref bikin.’ Yanê bi kurtasî em di wê baweriyê de ne ku ew di şûna delîlên ku hene de bi delîlên ku wan bi xwe amade kirine ceza dane mehkuman.”

Malbatên Mexdûrên 28ê Sibatê û FETO destnîşan kirin ku ew çendîn sal e ku mexdûr in û mexdûriyetên xwe anîn ziman.

Abdurrahman Kurtê ku guhdariya malbatên Yusufiyan kir diyar kir ji bo ku ev mexdûriyet werin çareserkirin dê çi ji destê wan were bikin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir