• DOLAR 32.384
  • EURO 35.072
  • ALTIN 2326.267
  • ...
"Ji ber qumpasan ez çendîn sal wek mihacir jiyam"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di sala 2009an de bi qumpasên FETO/PDYyê gelek kesên ku di nav wan de astengdar, pîrek û extiyarên ku hatibûn cezakirin hebûn. Mexdûriyetên ku di wan salan de nedihat dîtin piştî hewldana 15ê Tîrmehê wekê ava zelal diyar bû.

Mîyaser Olmezê endamê Îhya-Dera ku gel lê eleqedar dibû ji ber qumpasên ku hat lidarxistin çendîn sal wek mihacir ji malbata xwe dûr maye. Olmez ji ÎLKHAyê re qala mexdûriyeta xwe kir.

Olmez destnîşan kir ji ber ku ew beşdarê bernameyên kermesa ku ji bo Filîstînê hatibû lidarxistin, bernameya wîladeta rîroz, ziyareta goristanê û xwendina Yasînê Şerîf bûye hatiye cezakirin. Dûvre Olmez wiha pê de çû: “Ez di sala 2009an de li Diyarbekirê di mala qîza xwe de bûm. Rojekî lawê min wextê sibê li min geriya û diyar kir ku li mala me serdegirtin çêbûye û polêsan hinek pirtûkan birine. Dûvre ez hatim mala xwe. Mehekî derbas bû. Di saet 09.00an de polês hat di ser mala me de girt. Min birin ewlehiyê. 3 polês wek dorpêç min hilanîn lêpirsînê. Ji min re gotin; ‘hûn îşê ku derqanûnî ne dikin. Hûn kermesê li ser navê kê lidar dixin?’ min jî diyar kir ku her karê me qanûnî ne û em bi destûra walîtiyê vê lidar dixin. Ji min re gotin; ‘we Yasîn xwendiye, kermes vekiriye, pîknîk lidar xistiye û qebran ziyaret kiriye. Dûvre min birin mehkemê.”

Olmez diyar kir ku bes carekê wek kom beşdarê dadgehê bûye û dûvre wiha axivî: “Dûvre ez tenê bi serê xwe beşdarê dadgehê bûm. Heqaretan li min kirin. Min rencîde kirin. Ji min re gotin tu pîrekî. Çi îşê te heye ku tu  diçî gerê. Îşê te tune li mala xwe bisekine li zarokên xwe binêre.”

 “Bi gotinê ne divê ku mirov vî yekê bijî, kesên ku vê yeekê jiyane dizanin”

Olmez diyar kir piştî ku daweta lawê xwe kiriye ew wek mihacir ji malê dûr ketiye. Olmez wiha bal kişand ser mexdûriyetên xwe: ‘Me lawê min zewican, bûkê anî û piştî vî yekê ez bûm mihacir. Ez pîrekeke bûm. Min tu tişt nedikariya bikiraba. Ji umrê min 5 sal xwarin. Min tu tiştî ji dest neda. Wan gelek tiştan ji dest dan. Zarok û em mexdûr bûn. Ji 3 zarokan ê biçûk çû bajarekê din. Wek pîrek gelek zehmet bû. Bi gotinê ne divê ku mirov vî yekê bijî, kesên ku vê yeekê jiyane dizanin.”

“Min tu wextî ji zaliman efû nexwest”

Olmez wiha dawî li axavtina xwe anî: “Bes ez ji Rebbê xwe efû dixwazim. Xweda me efû kir. min gotibû heke deriyekê vebe dê ez demildest vegerim mala xwe. Êvarê xeber hat û ez hatim min hemî kesên ji malbata xwe ziyaret kir. Înşaellah tiştên ku me nedîtiye û ji dest daye Xweda di axîretê de dê bide.” (ÎLKHA) 











Bu haberler de ilginizi çekebilir