• DOLAR 32.518
  • EURO 34.953
  • ALTIN 2431.099
  • ...
Şehît Hesenê ku PKKê wî bi 54 berikan qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hevalên Şehîd Hesen Şahînê ku di 6ê Tîrmeha 1992yan de ji teref PKKyiyan ve bi 54 berikan hat qetilkir qala şehîdê kirin. Wan bal kişand ku şehîd ji dînê Îslamê re dixebitiya. Ji ber vî yekê PKK wî ji xwe re kir hedef.  

Di salên 90an de di zulmên ku dihatin lidarxistin de her roj li gelê Kurd tade û zulm dihat kirin. Carinan jî insurên dewletê yên kur carinan jî PKK li dijî kesên ku serî li ber wan neditewand êrîş û qetlîam dikirin. Di hedefa van êrîşan de Hesen Şahînê Batmenî jî hebû. Şehîd Hesen di 6ê Tîrmeha 1992yan de ji teref PKKyiyan ve bi 54 berikan hat qetilkirin.

Şehîd Hesen di sala 1956an de li Gundê Derkvanê ya ku girêdayê Gercewsa Batmanê ye hat dinê. Şehîdê ku piştî 20 salî bû zewicî û bû bavê 5ê wê qîz û 2yê wî jî kur bi tevahî 7 zarokan.

Şehîd Hesenê ku aboriya xwe bi heywandariyê temîn dikir derdiket derveyê welat û di înşaetan de dixebitiya. Şehîd Hesen di sala 1985an de mala xwe bir Antalyayê. Dûvre di serê salên 1990an de bi hevalên xwe re dikanekî vekir û aboriya xwe wiha temîn kir.

Şehîd Hesen her tim ji teref PKKê ve dihat zulmkirin. PKKyiyan rojekê ji Şehîd Hesen re gotin; ‘Dê tu ji Kurdan re qala Îslamê nekî. Tu çi qas şîretê li wan dikî ew ji me dûr dibin. Gelemperê wê jî ji me re dibin dijmin.’ Li ser vî yekê Şehîs Hesn wek bersiv dibêje; ‘Ez Kurd im. Xizmên min Kurd, hevalên min Kurd in. Her wiha Tirk, Kurd ferq nake. Ez wezîfeya xwe ya evdîtiyê dikim. Tu kesî nikare min ji xebatên min ên Îslamê dûr bixe.”

Şehîd Hesen ji hevalên xwe re diyar kir ku ew tê tehdîtkirin. Di dîroka 6ê Cotmehê de bi biraziyê xwe re ji mal derket. 70-80 mêtre bû ku ji mal dûr ketibû rêya wî hat birîn û ji nîşka ve wê dan ber berikan. Gor raporên otopsiyê nêzî 54 berikan îsabetê canê wî kiribû. Cinazeya wî bi tekbîran li goristana bajêr hat definkirin.

“PKKyiyan digotin an dê hûn ji vir biçin an jî dê hûn gor me hereket bikin”

Heval û biraziyê Şehîd Hesenê ji ber ku dîndar bû ji teref PKKê ve wehşiyane hat qetilkirin piştî 24 salan qala şehîdê kir.

Suphî Alevê hevalê şehîdî wiha axivî: “Şehîd Hesen hevalê min bû. Her wiha şirîkê min bû. Me li Antalyayê bi hev re dikanekî dida xebitandin. Derd, armanc û endîşeya wî bes Îslam bû. Ew diçû cem kî qala Îslamê dikir. Rêxistina mirted her tim me tehdît dikir. PKKyiyan digotin an dê hûn ji vir biçin an jî dê hûn gor me hereket bikin. Ji ber ku me qala Îslamê dikir em dihatin tehdîtkirin. Bi tyabet Şehîd Hesen li her derê Îslamê teblîx dikir.”

“Armanca wî bes Îslam bû”

Alev ragihand ku Şehîd qet ji PKKê neditirsiya. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Armanca wî bes Îslam bû. Şehîd Hesen ji me re digot qey ez di rêya Îslamê de bimirim dê çi bibe? Wî di sala 1992yan de şehîd kirin. 3 kesan gule berdane wî. Dema ku min di dozgeriyê de îfade dide dozger ji min pirsî; Ev kî ye? Çima ew qas berik berdanê?’ Dozger ji min re diyar kir ku 54 berik îsabetê Hesen kiriye. Ew bi M16ya Emrîka hatiye şehîdkirin.”

“Ew di çarçova ayetê de dijiya”

Alev ragihand ku Şehîd Hesen xwedî exlaqê xweş bû. Dûvre Alev wiha pê de çû: “Çawa ku di dewra Seadetê de ayet nazil dibû û Sehabiyan tetbîqê jiyana xwe dikirin Şehîd Hesen jî bi heman şiklê dema ku ayetê hîn dibû di çarçova ayetê de dijiya. Dema ku ayetekî hîn dibû ji kesên derdora xwe re digot.”

“Bi wesîla wî tevahiya malbata me Îslamê nas kir”

Latîf Şahînê biraziyê şehîdê diyar kir dema ku PKKyiyan gule berda mamê wî birîndar bû. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di baxçê de li kêleka dîwarê bûm. Demildest min xwe avêt nav baxçê. Mamê min jî dûvre xwe avêt nav baxçê. Lê mamê min ji erdê ranebû. Li wir bi wî şiklê wehşiyane hat şehîdkirin. Dê êrîşê de 3 cûr çek hatibûn bikaranîn. Xweda heqê wî ji wan re nehêle. Exlaqê wî pir xweş bû. Bi wesîla wî tevahiya malbata me Îslamê nas kir.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir