• DOLAR 32.35
  • EURO 35.121
  • ALTIN 2310.274
  • ...
"Bi şehadeta wan ji şerqê heta xerbê Umet hişyar bû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de li Diyarbekirê ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn qetilkirin di salvegerê de di bernameya ku wek panel hat lidarxistin de hatin bibîranîn.

Panel ji teref Cemiyeta Mustezefan û Platforma Kerwana Şehîdan ve ji bo pîrekan hat lidarxistin. Panel bi Tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir. Wek gotarvan Nivîskara Kovara Nîsanurê Aynur Sulun, Alîkarê Serokê Giştî ya Îmkan-Derê Nuray Canan Bezîrgan û Parêzer Gulden Bulut beşdarê panelê bûn.

Axavtina destpêka bernameya ku moderatortiya wê ji teref Serokê Şaxa Jinan a Diyarbekirê ya HUDA PARê Sema Yarar ve hat lidarxistin Hatîce Boruya dayîka Şehîd Yasîn Boru kir.

“Ji ber ku vê şerefe kiriye nesîbê me em ji Xweda re hemd dikin”

Boru ragihand ku qetlîama 7ê Cotmeha 2014an a ku li Diyarbekirê hat kirin di rokê de ji qetlîamên ku hatine kirin de qetlîamekî herî dijwar e. Dûvre Boru wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di dîroka 6-8ê Cotmehê de ji dîroka Diyarbekirê pê ve ev cara yekem e ku bûye şahidê wehşetek wiha. Sûcê Turan Yavaş, Riyat Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Yasîn Boru û Cumalî Guneş bes ew bû ku goştê Qurbanê belav dikirin. Em dizanin û bawer dikin kesên ku di rêya Xweda de tên kuştin mirî nînin. Şehadet daxwaza herî mezin a  Mislimanan e û cem Xweda merteba herî mezin e. Ji ber vî yekê em bi şehîdên me yên ku di qetlîma 6-8ê Cotmehê de hatin qetilkirin şanaz in. Şehîdên 6-8ê Cotmehê bi xwînên xwe belkû serkefinekî ku me nedikariya bi milyar dolaran bidest bixin ser ketin. Rast e bi şiklekî wehşiyane hatin qetilkirin. Lê bi şehadeta wan ji şerqê heta xerbê Umet hişyar bû. Wek malbatên şehîdan em serfiraz in. Ji ber ku vê şerefe kiriye nesîbê me em ji Xweda re hemd dikin.”

“Qetîlên eslî yên şehîdan kesên ku vî yekê bi însanan dane kirin in”

Boruya ku xwe bila kesên ku vî yekê dane kirin jî werin darizandin wiha axivî: “Teleba me ya herî mezin ew e ku bila qetîl cezaya ku heq dikin bistînin. Ji bo vî yekê jî dê em heta tawî micadele bikin. Qetîl ew kes nînin ku niha di mehkemya wek şanê de tên darizandin nînin. Qetîlên eslî yên şehîdan kesên ku vî yekê bi însanan dane kirin in. Qetîlên zarokên me yên ku bes ji ber ku Misliman bûn hatin qetilkirin bes ew 3-5 sûtalên ku derketine kolanan û zarokên me qetil kirine di dadgehê de tên darizandin nînin. Qetîlên eslî yên zarokên me Serokên Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak, Seroka Kevin a Bajarê Diyarbekirê Zubeyde Zumrut û yên din in. Qetîlên zarokên me ev kes in. Heta ev dernekevin hemberê darazê û cezayên wan di vî dinyayê de neyê dayîn dê em ji wan dev bernedin.”

Nivîskara Kovara Nîsanurê Aynur Sulun destnîşan kir ku ev êrîş bi telîmat û piştgiriya hêzên navneteweyî hatine kirin.

“Êrîş bi telîmat û piştgiriya hêzên navneteweyî hatin kirin”

Nivîskara Kovara Nîsanurê Aynur Sulun destnîşan kir ku li bajarên Kurdistanê bi hinceta Kobanê di dîroka 6-8ê Cotmehê wehşetek mezin hatiye lidarxistin. Ev wehşet wehşeta ewil a PKKê nebû. PKK wekê vî qetlîamê gelek wehşet kiriye. PKK li bajarên Kurdan de zulm nema ku nekir. Roj hat bi însanan re gundan şewitand û roj hat zilam û zarokan revand. Roj hat qetlîamên wek qetlîama Susayê kir. Lê wek rêk û pêk heta niha gelê Kurd bi qetlîamên wiha re rû bi rû nemabû. Êrîş bi telîmat û piştgiriya hêzên navneteweyî hatin kirin. Lewra li kû derê cîhanê dibe bila bibe her dem Misliman û Îslam di hedefa hêzên navneteweyî ne.”

Sulun ragihand ev çendîn sal e ku zulmên ku li Herêma Başûrê li gelê Kurd tên kirin ji teref hêzên navneteweyî ve wek plan tên lidarxistin. Dûvre Sulun wiha pê de çû: “PKK û niçikên wê û saziyên dereqanûnî yên di nav hikûmetê de hemî taşeronên hêzên navneteweyî ne.”

Alîkarê Serokê Giştî ya Îmkan-Derê Nuray Canan Bezîrgan wek gotarvan beşdarê panelê bû. Berzîrgan bal kişand ku PKK koleyên hêzên emperyalîstan e.

“Hêza ku li Xerbê ateîst, laîq û Kemalîstan meseletê serê Mislimanan kir heman hêz li şerqê PKKê miselet kir”

Alîkarê Serokê Giştî ya Îmkan-Derê Nuray Canan Bezîrgan diyar kir dema ku we PKK/PYD/HDPê dît bila xayînên ku hewl didin projeya Rojhilata Navîn lidar bixin bên hişê we. Ew ji Emrîka û Îsraîlê Xayîntir in. Lewra ew div an axan de mezin bûne û wek kole ji wan re xizmet dikin. Hêza ku li Xerbê ateîst, laîq û Kemalîstan meseletê serê Mislimanan kir heman hêz li şerqê PKKê miselet kir. Em piştî ku vî yekê bizanin dê vî yekê bibînin. Dê em di warê xizmetê de pêşîvantî bikin.”

Ji beşdarvanên panelê Parêzer Gulden Bulut jî ragihan ku di dosyeya Yasîn Boru û yên hevalên wî de kêmasî hene.

“Di derbarê kesên ku vî bûyerê dane kirin de tu muemele nehatiye kirin”

Bulut ragihand di gel teşxîskirina êrîşkeran bes di derheqê 6 kesan de doz hatiye vekirin. Dûvre Bulut wiha pê de çû: “Otopsî serabera het kirin. Daxuyaniya waliyê ya wek ‘heke me polêsên xwe bişnadiba dê me şehîd bidabûya’ îstîsmala ku hatiye kirin dide nîşandan. Di derbarê kesên ku vî bûyerê dane kirin de tu muemele nehatiye kirin. Ev cinayet dijî mirovahiyê hatiye kirin. Pêwîst e kesên ku gel sewqê kûçe û kolanan kirine werin darizandin. Faîlkê sereke yê bûyerên 6-8ê Cotmehê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş e.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir