• DOLAR 32.598
  • EURO 34.828
  • ALTIN 2509.042
  • ...
"Bûyerên 6-8ê Cotmehê dê qet ji bîra civakê neçe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku tê bibîranîn Demîrtaşê Hevserokê HDPê bi binasiya Kobanê bang li gel kiribû ku derkeve kûçe û kolanan. Li ser vî yekê di serî de Diyarbekir Mislimanên herêmê HUDA PAR û endam û dildarên wê wek hedef hatibûn nîşandan û di encama vî yekê de bi dehan kes hatibûn qetilkirin bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Serokê Navçeya Qosera Mêrdînê yê HUDA PARê Burhan Aydin diyar kir di gel 2 salên derbas bûye ew bûyerên ku di 6-8ê Cotmehê de hatibûn lidarxistin ji ber ku trewmayek pir giran bû hêj nehatiye jibîrkirin. Aydin û nişteciyên navçeyê ji ÎLKHAyê re qala bûyerên wê rojê kirin.

“HUDA PARê wek DAÎŞ dan nîşandan û êrîşê li me kirin”

Serokê Navçeya Qosera Mêrdînê yê HUDA PARê Burhan Aydin diyar kir divê ku dîroka 6-8ê Cotmeha 2014an bi şiklekî hûrgilê were tehqîqkirin. Aydin diyar kir ku wê rojê hinek mîhrakên di nav dewletê de qadê ji PKKyiyan re hêştibûn. HDP/PKKyiyan jî mal û dikanan talan kirin û bi şiklekî wehşiyane însanên dîndar qetil kiribûn.

Aydin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Qoserê bi şiklekî wehşiyane însanan qetil kirin. Yekî ji wan bi navê Abdullah ê ku ji Sûrî koç kiribû. Yekê din jî endazyarekî ji Siuda Erebistanê bû. Ji ber ku rihê wan hebû wan însanan qetil kirin. Em ji parvekirinên ku xwîna mirov dicemidîne yên çeteyên PKKyî re bûn şahid. Em dizanin ku şexsekî ya di nav saziya partiya HDPê de HUDA PARê wek DAÎŞ da nîşandan û êrîşê li me kirin. Ji ber nasnameya me ya Îslamî berê xwe dan me.”

“Nêzî 20 endamên me yên ku ji bo pîrozkirina îdê hatibûn bi çekan hatin birîndarkirin”

Aydin bal kişand ku dê 6-8ê Cotmehê dê qet ji bîra civakê neçe. Dûvre Aydin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wê rojê nezî 50 endamên me ji bo pîrozkirina îdê hatibûn cem saziya partiya me. Dema ku li saziya partiya me êrîş hat kirin nêzî 20 endamên me yên ku ji bo pîrozkirina îdê hatibûn bi çekan hatin birîndarkirin. Di gel êrîşên ku heta êvarê domî bû tu hêzên dewletê midaxaleya vî yekê nekirin. Ev birayên me wek birîndar heta êvarê di saziya partiyê de man. Dûvre ambulans hat hinek hevalên me birin nexweşxanê. Hinek ji wan jî me bi derfetên xwe birin nexweşxaneyê. Ew roj ji ber pir dijwar û tund bûn dê 6-8ê Cotmehê dê qet ji bîra civakê neçe.”

“Di gel lêgerîna me ya çendîn caran ne hêzên ewlehiyê ne jî vekuj midaxale nekir”

Ji esnafên navçeyê Zeynettîn Karaalp diyar kir ku di encama şewitandina dikanên wan nêzî 700 hezar TL zirarên wan çêbû û dewletê nîvê vî yekê temîn kir. Her wiha Karaalp destnîşan kir di gel 2 salan hêj jî pirsgirêk û astengiyên wan nehatine çareserkirin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di bûyerên 6-8ê Cotmehê de gelek komele, dibistan, kargeh, saziyên fermî yên banqeyan hatin talankirin. Di gel lêgerîna me ya çendîn caran ne hêzên ewlehiyê ne jî vekuj midaxale nekir. Bi çendîn milyonan zerar çêbû. Wê çaxê nêzî 700 hezar TL zirarê me çêbû.” (ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir