• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Yasîn Boru û hevalên wî li Rihayê hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê 2 salan di 6-8ê Cotmehê de Yasîn Boru, Riyad Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke hovane hatibûn şehîdkirin.

Yasîn Boru, Riyad Guneş, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakakê ku ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke hovane hatibûn şehîdkirin ji teref Şaxê Ciwanan a Bajêra Rihayê yê HUDA PARê ve bi bernameyekê hatin bîranîn.

Di bernameya ku li Navenda Çand a Helbestvan Nabî hat tertîpkirin de di derbarê wehşeta ku di 6-8ê Cotmehê hatiye kirin de pêşangeha fotografan hat vekirin.

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç  di bernameyê de axavtinek kir.Kilinç di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir bûyerên 6-8ê Cotmehê dîroka xelkê Kurd û ya PKKê guhartiye û ev bûyer mîladek e.Kilinç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bernameya bîranînê ya îsal rastî meha Muharremê hat .Di navbera Hz. Huseyînê ku li Kerbelayê şehîd bû û di navbera Yasîn û hevalên wî de gelek hevşibî hene.”

“Piştî 12 Îlonê wezîfeya tesfiyakirina rêxistinên Kurdî dan PKKê û yên camîayên Îslamî jî dan Gulenî”

Kilinç di dawiya axavtina xwe wiha destnîşan kir: “PKK bi salan hewil da xelkê Kurd ji bawerîya wan dûr bike. Piştî 12 Îlonê wezîfeya tesfiyakirina rêxistinên Kurdî dan PKKê û yên camîayên Îslamî jî dan Gulenî.Bi şehadeta Yasîn Boru PKK dijmintiya xwe ya li dijî Îslamê tesdîq kiriye.”(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir