"Şehîd Yasîn û hevalên wî hisabên hêzên şer xera kirin"
Şaxê Ciwanan a Bajêra Êlihê ya HUDA PARê ji ber minasebeta salvegera şehadeta Yasîn û hevalên wî yên ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke hovane hatin qetilkirin, daxuyaniyeke çapemeniyê tertîp kir.
Daxuyaniya çepemeniyê ji teref Serokê Şaxa Ciwanan ê Êlihê yê HUDA PARê Enes Îmîr ve hat xwendin.
Îmîr di daxuyaniya ku di derbarê mijarê da de destnîşan kir berî vê 2 salan bi banga Hevserokê Giştî yê HDPê Selahatîn Demîrtaş bi hinceta Kobanê bûyer hatin derxsitin û bi vê hincetê di 6-8ê Cotmehê de terefdarên PKK/HDPê nexasim êrîşî xelkê dîndar kirin û bi şikleke wehşîyane û hovane Şehîd Yasîn û hevalên wî qetil kirin.
Îmîr di berdewama daxuyaniyê de her wiha destnîşan kir cenaha PKK/HDPê nexasim êrîşî camî, qursên Qur’anê, STKyên Îslamî û HUDA PARê kirin.(ÎLKHA)