Li Enqerê 2 xwekuj xwe teqandin
2 kesên ku tê diyarkirin li Enqerê haziriya êrîşa bombeyî dikirin di operasyona ku hat kirin de xwe teqandin.
Li Enqerê li dijî 2 kesên ku tê diyarkirin xwekuj bûn û haziriya êrîşa wesayîta bombebarkirî dikirin operasyon hat kirin.Di operasyona ku hat kirin de ji ber ku kesên xwekuj fêm kirin ku dê bên girtin xwe teqandin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Enqerê ve hat destnîşankirin îxtîmaleke mezin e ku li pey vê bûyerê PKK hebe, ji kesên xwekuj yek pîrek ê din jî mêr e.(ÎLKHA)