• DOLAR 32.592
  • EURO 34.785
  • ALTIN 2410.809
  • ...
 "Bûyerên 6-8ê Cotmehê ji hêla rastîyên heremê ve mîlad e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Şaxê Ciwanan a Diyarbekirê ya HUDA PARê ve di derbarê bûyerên 6-8ê Cotmehê de daxuyaniyek hat dayîn.Metna daxuyaniyê ji teref Serokê Şaxê Ciwanan ê Diyarbekirê yê HUDA PARê Yasîn Dursun ve hat xwendin.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin bûyerên 6-8ê Cotmehê ji hêla rastîyên heremê ve mîlad e û Şehîd Yasîn û  hevalên wî hisabên hêzên şer xera kirina.

Dursun di daxuyaniya ku xwend de wiha destnîşan kir: “Ev guruhê ku tu pîroziyên wê nîne, di Îda Qurbanê de Yasîn Boru, Huseyin Dakak, Hasan Gokgoz, Cumalî Guneş, Turan Yavaş û Rîyad Guneşê ku ji feqîran re goştê qurbanan belav dikirin qetil kirin.”

 “Şehîd Yasîn û hevalên wî hisabên hêzên şer xira kirin”

Dursun di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir di dema bûyerên 6-8ê Cotmehê de polêsan digel temamê telebên alîkariyê mudaxeleyî bûyeran nekirin û dû re wiha ragihand: “Ew pêvajoya darazê ya ku bi dosyaya 6-8ê Cotmehê  re eleqedar e pirsa ‘Gelo zihnîyeta FETO berdewam dike?’ tîne bîran. Bûyerên 6-8ê Cotmehê ji hêla rastîyên heremê ve mîlad e.Şehîd Yasîn û hevalên wî yên ku bi xwîna xwe dastan nivîsandin, hisaba hêzên şer xira kirin.Ew lîstikên ku li heremê hatine lîstin bi bûyerên 6-8ê Cotmehê derketin holê.”

Ji bo temamê daxuyaniyê bitikenin(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir