Eqûbeta aktîvîstên ku hewil dan dorpêça Xezayê rabikin nayê zanîn
Aktîvîstên pîrek ên ku hewil dan bi keştiya Zaytounayê dorpêça Xezayê rabikin ji teref eskerên Îsraîlê sîyonîst ve hatibûn binçavkirin ku eqûbeta wan nayê zanîn.Li ser hisaba fermî ya 'Women's Boat To Gaza' hat destnîşankirin ku tu xeber ji pîrekên aktîvîst nikare bê girtin.
Di berdewama daxuyaniya ku li ser hisaba twîtterê hat parvekirin de wiha hat destnîşankirin: “Em equbeta aktîvîstan nizanin çi ye? Ne dihêlin konsol wan bibînin ne jî parêzer.Em hêvî dikin di demeke kurt de destûr bê dayîn.”(ÎLKHA)