Êrîşa çekdarî li polêsan hat kirin
Hat ragihandin doh êvarî êrîşa çekdarî li polêsên ku li ber Walîtiya Diyarbekirê nobed digirtin hat kirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di derdora seat 20.00an de 2 kesên çekdar êrîşî polêsên ku li ber Walîtiya Diyarbekirê nobed digirtin kirin.Di êrîşa ku hat kirin de polêsek birîndar bû.
Polêsê ku birîndar bû rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)