• DOLAR 32.538
  • EURO 34.763
  • ALTIN 2490.568
  • ...
"Hewl tê dayîn ku hemî Kurd di bin gumanê de bimînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaxa Berhemên Îslamê ya Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Oktay Bozan di derbarê idîayên Albay Atîlla Ugurî ya wek ‘Îngîlîzan deynê eşîrên Kurd daye’ de nirxandin kir.

Bozan diyar kir ku idîa însanan teşwîqê sewqkirina dîrokê dike. Dûvre Bozan wiha axivî: “Rastî idîa cara ewil nîne ku tê rojevê. Di salên Herba Dinyayê ya Yekemîn de tê dîtin ku Îngîlîz û Ûriz eleqedariyekê taybet ji Kurdan re dide nîşandan da ku li Anadolê karûbarên xwe bi rê ve bibin. Gelemperê eşîran gotine em dixwazin ku di bin ala Osmaniyan de bijîn û heta dilopekî xwîna me hebe em bi wan re ne. Eşîran teklîfên di derbarê vî yekê de red kirine.”

Bozan diyar kir ev idîayên ku ji teref Albay Atîlla Ugurî tên kirin wehîm e û dibe ku ew ji yekitiya ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê pêk hatiye aciz bûye. Her wiha Bozan diyar kir divê ku mirov ji tiştên ku yekitiya Sunî, Alewî, cemaet û eşîretan ji hev dike bireve.

“Di qeydan de têkiliya Şêx Seîd û Ûngîlîzan a bi hev re nayê dîtin”

Bozan di derbarê mijara ku di pirtûkên dîrokî de hewl tê dayîn ku Şêx Seîd û hevalên wî û Îngîlîzan wekê ku bi hev re têkiliya wan hene bidin naîşandan. Dûvre Bozan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu delîlên ku vî idîayê bide rastkirin nehatiye bi destxistin. Em vî yekê ne di arşîva Serokatiya Serkantiya Giştî, ne arşîva Osmaniyan û ne şî di arşîva Îngîlîzan de nabînin. Di qeydan de têkiliya Şêx Seîd û Ûngîlîzan a bi hev re nayê dîtin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir