• DOLAR 32.596
  • EURO 34.859
  • ALTIN 2494.934
  • ...
"'Îlm malê winda ya Mislimanan e, li ku bibînin jê wan re helal e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha Hefteya Mizgeft û Wezîfedarên Dînê de bi navê ‘Em di mizgeftê de werin cemhev’ bername hat lidarxistin. Di bernamê de qala mezintiya Qur’ana Pîroz hat kirin.

Di bernamê de Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy axivî. Aksoy diyar kir ku mizgeft ji bo Îslamê pir girîng in û pêwîst e ku ji teref ciwakê ve xwedî li mizgeftan were derketin.

Dekanê Fakulteya Zanîngeha Bayburtê Nasrullah Muftuoglu jî di derbarê tefsîr û tewîlan de nirxandin kir. Muftuoglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Peyv pir girîng in. Dibe ku meala Qur’anê hebe lê nabe ku mirov Qur’an werger bike. Lewra wateya wergerê ew e ku mirov yek û yek peyvan wergerîne. Halbûkê însan nikare rast e rast lefzên Xweda wergerîne. Divê ku her însan hakimê peyv û terman bibe. Werger ew e ku mirov metnê di heman wateyê de tercume bike.”

“‘Îlm malê winda ya Mislimanê ye, li ku bibîne jê re helal e”

Muftuoglu wiha pê de çû: “Mixabin Ewrûpa geşedanên zanistî ji me sitand. Çima em xwedî lê derneketin? Wan ji me sitandin. Dûvre mirov ji wan dixwaze lê heta ku ji kesayet û şexsiyeta te tiştekî hilnegirin vî zanistê nadin te. Ji bîr nekin! Îlm malê winda ya Mislimanan e, li ku bibînin ji wan re helal e. Em ji dîroka Îslamê pê ve xwediyê zanistê bûn. Lê ev 200 sal e ku me vê yekê îhmal kiriye. Di gel her tiştî dê em ji wan bistînin.”

“Di dewra salên 90an ya ku dana dersa Qur’anê qedexe bû de nifşek hebû”

Muftuoglu bal kişand divê ku mirov di dewrên dijwar de Misliman bibe. Dûvre Muftuoglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wezîfedarên dînê yên ku dibêjin ‘ez dersê Qur’anê nadim, nimêjê nadim kirin’ hene. Halbûkê di dewra salên 90an ya ku dana dersa Qur’anê qedexe bû de nifşekê ya ku bi şiklekî veşartî zarokan berhev dikir û bi heman şiklê dersê Qur’anê dida û heta xercane didan zarokan hebû. Niha jî dewlet dibêje vaya ji tere bixwîne û bide xwendin.” (ÎLKHA) 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir