• DOLAR 32.345
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2321.082
  • ...
HUDA PAR  mişkîleyên esnafê Baglarê guhdar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di dema ziyaretê de dikandarên Baglarê di derbarê mijarê de destnîşan kirin ji ber siyaseta çalan ew mexdûr bûne û digel dawîbûna operasyonan  û girtina çalan karê dikandaran birêkûpêk bûye.

Tanrikulu di dema ziyaretê de destnîşan kir ger ku ew  hilbijartinan qezenc bikin gelek projeyên wan ên ku ew ê pêk bînin hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku  namzedê me yê serokê şaredariyê bê serî, projeyên ku soz dane hene ku çend heb ji wan ev in: li cihên qelabalix û parkan çêkirina cihên mijdan û nihêrtina zarokan, çêkirina cihên WC û îxtîyacên umumî û çêkirina cihên nimêjê.Her wiha ji bo wesayîtan otoparkên bi qet.”

 “Em ê li îradeya xwe xwedî derkevin û bi rastî jî em ê ji xelkê xwe re xizmetê  bikin”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew kesên ku xelk raye dide wan ji telebên xelkê re bersivê nadin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew kes an jî naxwazin telebên xelkê bibînin an jî bersiv bidin teleban. Em ê li îradeya xwe xwedî derkevin û bi rastî jî em ê ji xelkê xwe re xizmetê  bikin. Em ê derdê xelkê wek derdê xwe bihesibînin, îxtîyacên wan tedarik bikin û em ê hewil bidin bi şikleke rihet bijîn. Ev kar bi xelkê diçê serî.Ger ku xelk bixwaze dikare  ji vê rewşê re bibêje bisekine û wan kesên ehlê kar in bihilbijêre û cezayê bide wan kesên ku ne ehlê kar in.”

 “Êdî tu hêvîya me ji van tune”

Esnafê semtê jî di derbarê ziyaretê de destnîşan kirin bidawîbûna pevçûnên li nava bajêran tiştekî musbet e û wiha destnîşan kirin: “Ji bo dawî li mirin û pevçûnan bê anîn û ji nû ve tesîskirina hizûrê pêwîst e kesên rayedar wezîfeya xwe bikin. Îdarevanên mehelî wezîfeyên xwe bi cî nayînin, xizmetê nakin.Şaredarî bi rojan çopan berhev nake.Em wek dikandaran her roj beriya ku em dikanên xwe vebikin li ber dikanên xwe dimalin.Gelo divê îradeya vî bajêrî bi vî awayî be? Divê kesên rayedar vê rewşê bibînin.Seroka Şaredariyê berî vê 2 salan me ziyaret kir.Me gazin û giliyên xwe jê re jî anî ziman.Lê belê ji wê rojê ve ne rêya me hat çêkirin û ne jî me cardin seroka şaredariyê dît.Êdî tu hêvîya me ji wan nîne e.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir