• DOLAR 32.575
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2432.882
  • ...
Malbatên mehqûmên FETO û 28ê Sibatê bi çapemeniyê re hatin bal hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civîna ku hat lidarxistin de metna daxuyaniya çapemeniyê li ser navê înîsîyatîfê ji teref Fehmî Balka ve hat xwendin.Balkan di daxuyaniya ku da de destnîşan kir malbatên mehqûmên Yûsufî  ne efûyê, darizandineke nû dixwazin.

Balkan di berdewama daxuyaniya ku xwend de di derbarê mijarê de wiha ragihand: “ Ew hakimên ku ceza dan naskirîyên me ji endamtiya FETOyê hatin girtin.Yanî ew hakim ne li gor wicdan û hiqûqê li gor talîmatên ku wergirtine cezayan dan.Ew dosyayên ku ji vê cezayê re wek delîl hatin nîşandan jî ji teref dozger û polêsan  FETOyîst ve hatin amadekirin.”

 “Rastiyên wan şanoyên ku di wextê wê de hatibûn lîstin derdikevin holê”

Balka di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir mehqûmên ku mexdûrê 28ê Sibatê ne  ji ber xizmetên xwe yên Îslamî hatine girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev birayên me yên ku bi kumpasan bi salan di girtîgehê de tên girtin tenê ji ber ku mutedeyyîn bûn, bûn hedef. Masûmiyeta van însanan her roja ku derbas dibe zêdetir tê fêmkirin û rastiyên wan şanoyên ku di wextê wê de hatibûn lîstin derdikevin holê.Guneh û webala her wextê ku ew însan wextên xwe di girtîgehê de diborînin di stûyê rayedaran de ye.Em ji tu kesî efûyê naxwazin, em tenê vekirina rêya darizandina ji nû ve teleb dikin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê Ehmed Taşê ku bavê mehqûm Yakup Taşî ye di derbarê mijarê de mexdûriyetên xwe anî ziman û destnîşan kir ew efûyê naxwazin, ew tenê vekirina rêya darizandina ji nû ve teleb dikin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir