"Seata nimêja înê û cihê mescîdan divê ji înîsîyatîfa îdarevanan re neyê terkkirin"
Serokê Şaxa Bûrsayê yê Egîtîm-Bîr Senê Numan Şeker di derbarê mijara seatên nimêja înê û cihên mescîdên li mekteban de nirxandinan kir, Şeker di derbarê mijarê de destnîşan kir seata nimêja înê û cihê mescîdan divê ji înîsîyatîfa îdarevanan re neyê terkkirin.
Şeker di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir hinek îdarevanên ku bi şikleke îdeolojîk tevdigerin bi înîsîyatîfa xwe bi hincetên cûrbecûr hewil didin kesên ku dixwazin bawerîya xwe bijîn asteng bikin.
“Odayên mescîdan divê di asta standardê de bin”
Şeker di berdewama axavtina xwe de qala bendeke di rêziknameya di perwerdeyê de bi bîr anî û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gor rêziknameyê divê li her mektebê mescîd li gor standartê bin.Lê mixabin ji ber ku îdarevan di roja me de bi siyasî û îdeolojîk tevdigerin digel ku di rêziknameyê de mescîd hebin jî hewil didin di bin derenceyan an jî di odayên kalorîferan de mescîdan vebikin. Teqez ev ne rast e û em vê yekê rast nabînin.”
Şeker di dawiya axavtina xwe de di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji ber ku Serokwezîrtî û wezirtî înîsîyatîfê ji îdarevanan re terk dikin em dibînin ku midûrên mekteban li gor îdeolojiyên xwe tevdigerin.Ji ber vê yekê problem derdikevin.Ew îdarevanên ku bi îdeolojîk tevdigerin di wextê nimêja înê de dersan dixin mufredatê.”(ÎLKHA)