Li dijî DHKP-Cyê operasyon: 14 binçavî
Li Stenbolê di operasyonên ku li dijî DHKP-Cyê hatin kirin de 14 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin li hêla Ewrûpaya Stenbolê li navçeya Sultangaziyê li dijî DHKP-Cyê operasyon hat lidarxistin. Di operasyona ku hat lidarxistin de 4 jê zarok tevde 14 kes hatin binçavkirin.
Hat hînbûn 3 kes ji teref mehkemê ve hatine girtin û 4 zarok jî bi şerta kontrola edlî hatine serbestberdan.Kirariyên 6 kesan jî berdewam dike.(ÎLKHA)