• DOLAR 32.516
  • EURO 34.841
  • ALTIN 2494.103
  • ...
"Li Helebê wek mirovahî em di dewrekî pir dijwar de ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaxa Entabê yê ÎHHyê Mehmet Emîn Arslan anî bibîranîn ku li Helebê ev çendîn roj e ku însanên siwîl ên ku di nav wan de zarok jî hene ji teref balafirên cengî yên Ûris û rejîma Esed ve tên kuştin û dest nîşan kir ku rewşa li Helebê ya mirovahiyê roj bi roj dijwartir dibe.

Serokê Şaxa Entabê yê ÎHHyê Mehmet Emîn Arslan rewşa ku Heleb tê de ye ji ÎLKHAyê re nirxand. Arslan bal kişand ku li Helebê ev çendîn roj e ku însanên siwîl ên ku di nav wan de zarok jî hene ji teref balafirên cengî yên Ûris û rejîma Esed ve tên kuştin û dest nîşan kir ku rewşa li Helebê ya mirovahiyê roj bi roj dijwartir dibe. Ji ber vî yekê wan bi navê; ‘Ji Helebê re rê vekin’ dest bi siloganekê kirine.

Arslan destnîşan kir ku civaka navneteweyî naxwaz e êrîşên li Helebê bibîne û hêj jî hêzên tarî yên dinyayê hewl didin li Heleba Sûrî lîstika meymûnan dilîzin. Dûvre Arslan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin ji 6 salan pê ve ye ji dera ku em qêr bikin dengê me tê sehkirin re dinya kerr û lal e li wir zulm û wehşet tê kirin. Di gel kuştina van zarok, pîrek û siwîlan hêzên tarî yên dinyayê bê deng dimînin. Ev yek jî ji me re giran tê.”

Arslan diyar kir bombebaranên ku li Helebê tê kirin û qetlîamên din ên ku piraniyên wan prek, zarok û siwîlên tên kuştin. Dûvre Arslan wiha pê çû: “Piranî zarok û dergûş tên kuştin. Bi wesîla vî yekê alema Îslamê jî ji vî yekê re dengê xwe dernaxîne. Ev yek ji bo Mislimaman xedartir e. Berê dengê me çêtir derdiket. Mixabin bêdengiya ji vî yekê re ya Mislimanan xedartir e. Qet nebe me wan protesto dikir.”

 “Bi şiklekî cidî mihtaciya xurek û zexîreyê heye”

Arslan wiha axavtina xwe domandi: “Wek agahdarî em geh weh ji hevalên xwe yên ku diçûn wir wiha xeber distand; ‘Niha bi şiklekî cidî mihtaciya xurek û zexîreyê heye. Di derbarê vî yekê de wek ÎHH em dest bi qempanyaya ku bi navê ‘Ji Helebê re rê vekin’ dest bi siloganekê kirine. Em hêvîdar in ku dê hemî birayên me piştgirî bidin vî yekê û di derbarê vî yekê de hestyar bibin. Lewra ev wezîfa biratiyê ye. Ev him însanî him jî Îslamî ye.”

“Sûrî perçekî alema Umeta Îslamê ye”

Arslan bal kişand ku Sûrî perçekî alema Îslamê ye û bangewaziya ku Alî Karadagê Sekreterê Giştî yê Yekitiya Alimên Mislimanên Dinyayê ye wek; ‘Ji bo ku trajediya li Helebê were xelaskirin û ji bo qeyrana Sûrî çareserî were kirin’ erênî û watedar dîtine. Her wiha Arslan diyar kir ku ew hewl didin da ku alema Îslamê di derbarê vî yekê de xwedî agah bikin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir