"Zanîngeha Dîcleyê wek baregeha perwerdê ya FETO hatiye bikaranîn"
Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof.Dr. Talîp Gul bi endamên çapemeniyê re hat bal hev û di derbarê lêpirsînên FETO de agahiyan da û destnîşan kir Zanîngeha Dîcleyê wek baregeha perwerdê ya FETO hatiye bikaranîn.
Gul di daxuyaniya ku di derbarê lêpirsînên FETO da de destnîşan kir heta niha 144 personelên zanîngehê hatine binçavkirin û ji van 144 kesan 36 hatine girtin û gelek kes jî bi şerta kontrola edlî hatine serbestberdan.
Rektor Gul di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Zanîngeha Dîcleyê di heyama Rektora Berê Ayşegul Jale Saraçê de wek baregeha perwerdê ya FETO hatiye bikaranîn, ango di warê kadroyê de li zanîngehê darbeyek hatiye kirin.(ÎLKHA)