• DOLAR 32.366
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2325.172
  • ...
 "Wextên di ciwaniyê de wextê îbadetkirina ji bo Xweda ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karûbarên Diyanetê Gormez bal kişan ku li Tirkiyê wek gelemper piştî ku mirov extiyar dibe dest bi îbadetê dike. Gormez diyar kir ku ev yek çewt e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji vî îtîqada betal bawerî neynin. Berevajî wextên di ciwaniyê de wextê îbadetkirina ji bo Xweda ye.”

Gormez wiha li axavtina xwe zêde kir: “Têkiliya herî baş a evdê ya bi Rebbê wê re ew e ku rojê 5 caran bi Rebbê xwe re biaxive. Nimêj, xeberdana bi Xweda re ye. Hûn xwe ji vî nîmetê qet mehrûm nehêlin. Heke hûn bixwazin her tim xwe wek teqwa li pêş bixin divê ku hûn çtêkiliya xwe ya bi Xweda re bidomînin. Hun diaxivin û ayet dixwînin. Xweda bersiva we dide.”

 “Dê hun ji Xweda di nav wextê de wext bixwazin”

Gormez wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hûn, di wextekî  ku Xweda ji aliyê tendirûstiyê ve jiyanekî xweş daye we de dijîn. Dê hun ji Xweda di nav wextê de wext bixwazin. Dê hûn gelek tişt têxin nav jiyana xwe. Însan heye ku Xwda 100 sal emr daye wê lê hinek însan hene ku zû ji dinyayê diçe. Însan heye ku 20 sal dijî. Lê wek însanên ku 200 sal û hezar sal dijîn jiyana xwe  ew qas baş derbas dike.”

Gormez ragihand ku li Tirkiyê îdraqekî heye û destnîşan kir ku nebî tu kes li vî yekê îtîmad neke. Dûvre Gormez wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çi wext îbadet tê kirin? Dema ku mirov extiyar bibe! Çi wext mirov dikare biçe hecê? Dema ku ciwanî xilas bû! Çi wex mirov ji Xweda re evditî dike? Piştî ku mirov hinek ji jiyana xwe derbas kir! Nebî! Hûn bi vî yekê itîmadê nekin.”

Görmez wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li ser rûyê dinê îşqala herî neqenc ên bajêr û welatan nîne. Îşqala herî neqenc îşqala qelban e. Di Sûreya Radê de Xweda wiha Ferman dike; ‘Ew bawerî bi Xweda tînin, qelbê wan bi zikirkirina Xweda tetmîn dibe. (ÎLKHA) 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir