• DOLAR 32.567
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2491.533
  • ...
Mexdûrên ku nayên dîtin ên kumpasên FETO/PDYê -6
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Însanên belengaz û mesûm ên ku di encama komplo û qumpasên derbekerên 28ê Sibatê û FETO/PDYê de hatine girtin bendewar in da ku edalet ciyê xwe bigire û malbatên wan jî hewl didin ku di derbarê vî yekê de dengê xwe bidin bihîstin.

Di nabeyna kesên ku ji teref FETO ve di encama komplo û qumpasên bê hesab de hatine mexdûrkirin de dosyaya Îhya-Dera Xarpêtê ya ku gelek caran hatiye rojevê jî heye.

Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê komplo û qumpasên ku ji teref FETO/PDYê ve hatibûn lidarxistin çêtir derket holê. Ji van komplo û qumpasan yekî jî ev bû ku di sala 2009an de wek 150 sal ji18 kesên astengdar, pîr kal û ku rêvebir, endam û dildarên Komeleya Îhya-Dera FETO bûn ji terf FETO ve hatibûn cezakirin.

Endamên Mehkemeya Cezaya Giran a Rêvebertiya Taybet a Meletî ya ku dosyeya 22 kesên mexdûr di nabeyna 8 mehan de hat pejirandin û dûvre ev kesên ku vî biryarê dabûn hatin pîrozkirin. Ji ber cezayên ku sitandin 12 kes mecbûr man koçê derveyê welat kirin. Di encama qumpasa ku hat lidarxistin de 6 kesên ku di encama qumpasan de ji wan re ceza hat dayîn mecbûr mam ku tevahiya wê cexzayê razên.

Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê endamên vî mehkemê hatin girtin û mexdûrên vî dosyayê bi serîlêdanê ji teref Daîreya Cezaya 16 emîn Dadgeha Bilind ve di meha gulanê de biryar hat dayîn ku kesên mexdûrên komelê werin serbestberdan.

Dadgeha Bilind biryara sererastkirina biryarê, rakirina cezaya girtiyan, sekinandina înfazê û heke heye mexdûrên girtî werin serbestberdan da û dosyayê şand Mehkemeya Cezaya Giran a 3 yemîn a Meletî. Dê di meha cotmehê de ji nû ve li ser van dosyeyan were sekinandin.

Parêzer Mahmut Şahînê ku dildarê Îhya-Derê ye û bûye qurbanê qumpasên FETO/PDYyê serpêhatiyên xwe yên di derbarê vî yekê de ji ÎLKHAyê re ragihand.

Şahîn diyar kir ev biryarên ku ji teref hakim û dozgerên FETO ve hatine dayîn bi telîmatan pêk hatiye. Şahîn bal kişand divê ku ev cezayên beriya 28ê Sibatê û dûvre hatine dayîn ji nû ve werin tehqîqkirin û infazên kesên ku di girtîgehê de ne werin sekinandin.

Şahîn diyar kir ku ev dosyeya Îhya-Derê ji teref raya giştî ve têzanîn. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di meha Nîsana sala 2009an de endam û dildarên Îhya-Derê tabiyê operasyonan hatine kirin, wan binçav kirine û bi muemeleyên neheqî hatine darizandin. Di operasyonê de 22 kes hatine binçavkirin. Me jî bi taybet bi ji pêvajoya 28ê Sibatê pê ve ji kesên ku ji ber hesesiyetên xwe yên dînî hatin mexdûrkirin re parêzertî kirin. Roja ku binçavî hat kirin çend kesên ku min wan nas dikirin ji min re telefon kirin û destnîşan kirin da ku ew ji teref polêsan ve hatine binçavkirin. Dûvre ez çûm Midûrtiya Şaxa Tekoşîna bi Terorê re ya Midûrtiya Ewlehiya Xarpêtê. Lê dozgerê Mehkemeya Cezaya Giran a Rêvebertiya Taybet a Meletî wek ‘dema ku parêzer Mahmut Şahîn hat bila beşdarê dozê nebe. Dê ez ji wî jî bipirsim.’diyar kiribû. Piştî ku midûrê ewlehiyê di derbarê mijarê de zanyarî da min min fêm kir ku dê ev operasyon bidomin.”

Dozgerê FETO mîtînga piştgiriya bi Xezê re wek sûc hesiband

Şahîn diyar kir dema ku endam û dildarên Îhya-Derê yên ku hatine binçavkirin li Serdozgeriya Komarê ya Meletî hatine sewqkirin bi xwe jî ji bo ku îfade bide çûye cem dozgerê lêpirsînê. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku min pirsa; ‘hûn çima ji mîn îfade dixwazin?’ ji dozgerê lêpirsînê pirsî wî ji min re wek bersiv wiha got; ‘Di derheqê we de hinek sûcdarî hene’. Min jî got kerem bikin di derbarê me de heqî û neheqî çiye ji min bipirsin. Em jî bibersivînin.’ Di dosyeya ku dozgerê lêpirsînê danî ber min û wek sûc ji ber ku min di komîsyona alîkariya li Xezeyê hatiye kirin û mîtîngên piştgirîkirinê hatine lidarxistin de cî girtiye sûcdar hatime hesibandin. Îhya-Der ji van STKyan yekî ye. Rast e ez jî di vî komîsyonê de heme. Lê alîkariyên ku hatine kirin bi dayîna destûra walîtiyê hatiye kirin.”

Şahîn diyar kir ji ber ku ew parêzer bû nehatiye binçavkirin lê 21 kesên din ên ku hatine binçavkirin gelek mexdûr bûne. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di heman dosyayê de 21 kesên din hebûn. Di dosyeya 22 kesî de xuşkekî me ya asteng û 30 salî û xaltiyekî me ya 55-60 salî hebûn. Ew jî bi heman hincetê dihatin sûcdarkirin. Navên wan, yên hinek dildarên Îhya-Derê, serok û rêvebiran jî di daxwaznameyên kermesên ku ji teref walîtiyê ve hatine pejirandin de hebûne. Ji van kesan hinek piştî binçaviyê hatin girtin û hinek ji wan jî bi şertê darizandinê hatine serbestberdan. Dema kum in îfadeyên kesên ku wek mexdûr hatine binçavkirin û hatine darizandin xwewnd û her wiha dema ku min ji wan guhdarî kir eşkereye ku saziya FETO ji wan hez nake û bi taybet dê ew misade nekin da ku li herêma Kurdistanê xizmetên Îslamî bikin.”

 “Wan hewl dane ku her kesî bi vî şiklê têxin bin nîra xwe”

Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yanê wan kesên ku serê xwe ji wan re netewandine bi vî şiklê hewl dane ku têxin bin nîra xwe û di vî yekê de jî heke zêde nebe di piraniya wê de ser ketine. Rêxistin Wek Îhya-Dera komeleyên bi rêkûpêkkirî û ku xizmetên Îslamî dikin carek ji xwe re kirine hedef. Ji ser çapemenî û weşanan hatine lînçkirin. Dûvre operasyon dijî wan kesên mexdûr hatine kirin. Her çi qas di dema binçawiyê de li wan îşkenceyên berçev nehatine kirin zextên derûnî li wan hatiye kirin. Tabî darizandin domî. Ev pêvajoya ku ji sala 2009an dest pê kir di sala 2011an dawî lê hat. Bi diyarbûna cezayan re 6 kes di girtîgehê de man. Tevahiya cezayên xwe di girtîgehê de dan. 18 kesan ceza sitandibûn. 12 kes mecbûr man çûn derveyên welat. Mecbûr man ji malbatên xwe dûr ketin. Tabî dûvre ji sal 2015an pê ve Daîreya Cezaya 16 emîn a dadgeha bilin dli ser îtiraza beraeta dozgerê li ser dosyayê ji nû ve hat sekinandin û biryara serbestberdana bersûcan hat dayîn.”

CDya ku bes di destê ewlehiyê ye û mehkeme jê dixwaze lê bi tu wechê nikare têxe dosyayê di komeleya Îhya-Derê de tê dîtin!”

Şahîn bal kişand ku dosyeya Îhya-Derê ji bilî ve qumpas bûye. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Niha lijneya mehkemê, raya giştî û ewlehî dizanin ku ev komplo ye. Kesên ku vî dozê dişopînin çêtir dizanin ku ev dosya komplo ye. Dema ku operasyona Îhya-Derê polês li komelê lêgerîn dike. Dema ku lêgerîn tê kirin serokê komeleyê nayînin wir. Hevalê ku di lijneya rêvebertiyê de ye ji komelê dûr didin sekinandin û li komelê di bi xaliyê de kaxezek tê dîtin. Ev kaxez jî wekê ku ji teref rêxistinekî dereqanûnî ve were amadekirin. Di kaxezê de çawa wekê ku yekî  telîmat bide. Di nav komelê de CD tên bidestxistin. Ji wan CDyan yekî dîmenên Serokê Wakfa Zehra yê Îzzettîn Yildirim e. CDya ku bes di destê ewlehiyê ye û mehkeme jê dixwaze lê bi tu wechê nikare têxe dosyayê di komeleya Îhya-Derê de tê dîtin!”

 “Di raya giştî de kesên ku operasyon dijî wan hatine kirin xayînê dewletê û terorîst tê hesibandin, kesên ku operasyonê lidardixin wekê mêrxas tên nîşandan”

Şahîn diyar kir ku mehkemeyên FETO wek çekan tên bikar anîn. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: FETO bi ewlehî û cuntayê operasyon lidar dixe. Piştî ku operasyon tên lidarxistin ew bi çapemeniyên xwe dijî wan kesan çanda lincê tê lidarxistin. Dema ku ev îdraq tê lidarxistin di raya giştî de kesên ku operasyon dijî wan hatine kirin xayînê dewletê û terorîst tê hesibandin, kesên ku operasyonê lidardixin wekê mêrxas tên nîşandan. Wekê ku dijî rêxistinên teror û mafyayê tekoşîn tê lidarxistin. Ji çend terefan ev operasyona îdraqê pêk hat. Civak jî vî yekê heke hindik jî bibe qebûl kir. Lê ev hişmendî ji 15ê Tîrmehê pê ve ev îdraq ser û bin bû û hemî rastî derketin holê. Niha di dosyeya Îhya-Derê de serokê mehkemê Eray Gurtekîn û ji endaman Hayrettîn Kisa, ji dozgerên lêpirsînê Şeref Kaya piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ji wezîfê hatine dûrxisxtin û di derbarê wan de biryara binçaviyê hatiye dayîn û hatine girtin.

 “Serokê mehkemeyê yê ku gor emir û telîmatên FETO biryar dida wek hilbijartina endamê dadgeha bilind hat terfîkirin”

Şahîn diyar kir ku lijneya mehkemê kesên ku dihatin darizandin bi telîmatên FETO dida cezakirin. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Endam û serokên ku me didarizandin di bergeha telîmatên ku dihatin piştî ku biryar hat dayîn hatin terfîkirin. Serokê mehkemê di nabeyna parêzeran de wek endam çû dadgeha bilind. Her kes dizane ku ilmê hiqûqî yê vî kesê tune. Ji ber ku wan gor emrên wan biryar didan ew hatin terfîkirin û bûn endamê dadgeha bilind. Kesên ku serdozgerê komarê yên wekîlên Serdozgerê Komarê ne hene. Divê ku mirov van kesan ji nêzîk ve nas bike. Dema ku em li binesaziya wan a civak û çandî dinêrin nasnameyên wan ên dîndarî tune.”

 “Li CDya ku wek unsura sûcê ya herî mezin dihat dîtin tehqîqata şûna tiliyê nehat kirin”

Şahîn bal kişand ku di pêvajoya darizandinê de daxwaza parastinê ya parêzeran hilnedane nezerê. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di qonaxa darizandinê de gerek serokê mehkemê û gerek nêrîna lijneya mehkemê eşkereye. Biryar berê hatiye dayîn. Daxwaza parastinê ya parêzeran hilnedane nezerê. Bi taybet dê li Komeleya Îhya-Derê dokumanên rêxistimê werin dîtin, CD werin dîtin û dê têkevin nav dosyayê û dê wek unsura sûcê ya herî mezin were dîtin û dê hûn ji van yekan re tehqîqata şûna tiliyê nekin. Mehkeme telebên lêkolînên hinek delîlan ên parêzerên dozê qet qebûl nekir. nêzî 22 kesan di dozê de tê darizandin. Di dosyeya fealiyetên komeleya qanûnî diyar e.”

 “Malbatên me ji van bûyeran bi şiklekî neyînî wek derûnî bandordar bûn”

Şahîn ragihand ku bê tehqîqata li ser dosyayê biryar di demekî kurt de hat dayîn. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Daîreya Cezaya 9emîn a dadgeha biling di demekî kurt de biryarê pejrand. Di sala 2009an de operasyon hat kirin. Darizandin di sala 2010an de qediye. Di meha Hezîranê ya sala 2011an de dosya hat pejirandin. Ji nûnerên ku vî dosyayê pejirandine 3 yê wê hatine girtin. Piştî ku ceza hat qebulkirin di dawiya sala 2011an de em têketin girtîgehê. Wek 3 sal û 8 meh em di zindanê de man. Di vê pêvajoyê de me mexdûriyetên mezin dît. Bi taybet zarok, jin, dê û bavên me ji van bûyeran bi şiklekî neyînî wek derûnî bandordar bûn.”

“Divê biryarên ku hatine dayîn neyên qebûlkrin”

Şahîn ragihand pêwîst e ku bi taybet dosyayên siyasî ji nû ve werin darizandin. Şahîn wiha belav kir: “Rastî ev pêvajo bes pêvajoya 2-3 salî nîne. Em ji dosyaya Îhya-Derê diçin lê pêvajoya 28ê Sibatê heta ji wir wê ve dest pê dike. Em dizanin ku di pêvajoya 28ê Sibatê de operasyonên xedar dijî Îslam û dîndaran hat lidarxistin. Ji darizandina ku 28ê Sibatê dest pê kir pê ve heta salên 2000 û 2001an divê bi taybet dosyayên siyasî yên Hîzbullahê jî ji nû ve werin darizandin. Divê ku di demekî kurt de hikûmet û rêvebirên hikûme di derbarê vî yekê gav werin avêtin. Fetullah Gulenê ku serekeyê FETO yê wê çaxê dihat nîşandan bi sohbetên xwe telîmat dida. Nav zikir dike û dûvre operasyon dest pê dikin. Ev rewş ev qa net e. Ji ber vî yekê divê biryarên ku hatine dayîn neyên qebûlkrin. Lewra sazî di holê de ye û biryarên ku bi çandîtiya dijmintiyê hatiye dayîn diyar e. Divê biryarên ku hatine dayîn neyên qebûlkrin.”

Her wiha Lijneya Hiqûqê HUR-DER di derbarê doza Îhya-Dera Xarpêtê de raporek amade kiriye û di raporê de tê diyarkirin ku ev rapor di encama qumpasan de hatiye amadekirin.

Di rapora HUR-DERê de fealiyetên dînî û çandinî û yên din a ku wekê Fetha Mekê, Meha Remezanê, Kerbela û piştgiriya li Filîstînê hatiye nirxandin û wek sûc jî hatine hesibandin. Her wiha di raporê de tê destnîşankirin divê ku polês, dozger û hakimên ku vî yekê kirine werin darizandin.

Sûcên ku wek binasê hatiye nîşandan û endamên Îhya-Derê bi vî yekê hatine cezakirin!

1. Di dîroka 04.04.2009 an de tertîpkirina Hefteya Wîladeta Pîroz

2. Di 10.01.2009an de şanoya Hz. Huseyîn û ya Kerbelayê

3. Di 28.12.2008an de di Mizgefta İzzet Paşa de edakirina nimêja cinazeyan Filîstîniyan a xeybî  

4. Di 08.03.2011an de li Qada Îstasyon beşdarbûna Bernameya Wîladeta Pîroz

5. Di 23.01.2009an de li navçeya Paluyê lidarxistina Çalakiyên piştgiriyên ji Filîstînê re û beşdarbûna heman bernamê

6. Di 31.12.2008an de lidarxistina şeva Fetha Mekkê û beşdarbûna heman bernamê

7. Di 19.04.2009an de beşdarbûna Bernameya Wîladeta Pîroz a li Erxeniyê

8. Di Îda Qurbanê de belavkirina goştên qurbanê, kovar û rojname

9. Wek hefteyî tertîpkirina bernemeyan a di komelê de (ÎLKHA)

Xeberên ku di derheqê kumpasa Îhya-Derê de hatine amedekirin:

İhya-Der Operasyonunda 12 Gözaltı

Polis İhya-Der'e Gülen'e Ait Vaaz CD'leri Gönderdi

İhya-Der Operasyonunda 11 Tutuklama

Elazığ İhya-Der'den Tekzip

Elazığ İhya- Der Sanıklarına Ceza

İhya-Der Davası Mağduruna 5 Saatlik Taziye İzni

Yurda Dönen İhya-Der Üyesi Gözaltına Alındı

"Verilen Karar Büyük Bir Hukuksuzluktur"

Mustazaf-Der "İhya-Der'e İrtica Eylem Planı Çerçevesinde Ceza Verildi"

Skandal Karara Tepkiler Çığ Gibi Büyüyor

Özgür-Der, İhya-Der Kararını Kınadı

"Yargıtay Mütedeyyin Kesimleri Tehdit Edip Sindiriyor"

STK Temsilcilerine "150 Yıl Ceza"ya Tepki Yağıyor

HÜR-DER "Hukukta Ucube Bir Karar"

İhya-Der'e Verilen 150 Yıllık Ceza Diyarbakır'da Kınandı

Edip Gümüş'ten Yargıtay'ın İhya-Der Kararına Tepki

Mustazaf-Der: Yargıtay'ın İhya Der Zulmünü Lanetliyoruz

Avrupa'daki STK'lar Yargıtay'ın İhya-Der Kararını Kınadı

Hak ve Özgürlükler Platformundan 150 Yıl Cezaya Tepki

Yasal Faaliyetler Suçsa Bütün Resmi Kurumlar, Siyasi Partiler Suç İşliyor

"Yargıtay Kararı, İfade ve Örgütlenme Özgürlüğünü İhlal Ediyor "

Saadet Partisinden İhya-Der Kararına Tepki

İhya-Der'e Verilen 150 Yıllık Ceza Bingöl'de Kınandı

İhya-Der'e Verilen Cezaya Bir Tepki de Mardin ve Kızıltepe'den

İhya-Der'e Destek Amaçlı Basın Açıklaması

İhya-Der Operasyonuna Bir Tepki de İstanbul'dan

İhya-Der'e Verilen Ceza Elazığ'da Kınandı

İhya-Der'e Bir Destek de Cizre'den

Özgür Kudüs Platformu'ndan İhya-Der'e Destek

Elazığ İhya-Der'e Verilen 150 Yıllık Ceza Protesto Edildi

İhya-Der'e Verilen Cezaya Tepkiler Devam Ediyor

Elazığ Barosu'ndan İhya-Der Kararına Tepki

İhya-Der'e Verilen 150 Yıllık Ceza Mersin'de Protesto Edildi

İhya-Der'e Verilen Hukuksuz Ceza İzmir'de Protesto Edildi

Ceyhan'da 150 Yıllık Cezaya Tepki

Bu Ceza Peygamberi Seven Milyonlara Verilmiştir

İhya-Der Konusunda Parlamentoya Çağrı

İhya-Der Kararına Tepkiler Devam Ediyor

Cezası Onanan İhya-Der Üyeleri Tutuklandı

İhya-Der için halk meydanlara indi

Elazığ İhya-Der Davası İçin İmza Kampanyası başlatıldı

Paralel Yapılanmanın mağduru İhya-Der, yeni sürecin neresinde?

Yargıtay Elazığ Yeni İhya-Der Davasını lehte bozdu



























































Bu haberler de ilginizi çekebilir