• DOLAR 32.503
  • EURO 34.982
  • ALTIN 2435.512
  • ...
 "Ger edalet ji bo hemî kesî be çima em nabînin?"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kesê bi navê Mesûd Şayik di derbarê bavê xwe Xeyredîn Şayikê ku di salên 2000an de bi kumpasên FETO  hatiye girtin de wiha axivî: “Bavê min dema li Entabê dixebitî bes ji ber ku dîndar û mutedeyyîn bû ji teref FETOyîstan ve hat girtin.Dema ku bavê min hat girtin ji ber ku di mal de ji min mêzintir tu kes nîn bû barê 10 kesan li ser min ma.Em bi kumpasên FETO mexdûr bûn.Tu sûcê bavê min nîn e.Em efûyê naxwazin, daxwazeke me tenê heye; bila ji nû ve bê darizandin û îadeyî îtîbar bê kirin.Bila êdî dawî li mexdûrîyeta me ya 16 salan bê anîn.”

 “Belesebeb ceza dan zilamê min”

Xayriye Şînagoga ku ev bû 22 sal zilamê wê Zekî Şînagog di girtîgehê de ye jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Di operasyonên ku li heremê li dijî kesên dîndar ji teref FETO ve hatin kirin de zilamê min jî hat binçavkirin.Zilamê min dema ku hat binçavkirin nêzî mehekê gelek îşkence lê kirin.Em ne efûyê darizandina ji nû ve dixwazin.Lewra zilamê min belesebeb girtin.Him me û him jî zilamê min mexdûr kirin.Xwedê heqê me ji wan re nehêle.”

“Ger edalet ji bo hemî kesî be çima em nabînin?”

Kesê bi navê Îzedîn Ozsoy jî di derbarê mexdûriyetên ku hatine jiyandin de destnîşan kir enîşteyê wî bineheqî hatiye girtin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger edalet ji bo hemî kesî be çima em nabînin?Ez dixwazin enîşteyê min ji nû vê darizandin.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir