• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "FETO miletê tênexist hesabê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayîp Erdogan li navçeya Kazana Enqerê ya ku di dema derbeya 15ê Tîrmehê de li wir 9 kes hatibûn kuştin xîtabê gel kir.

Erdogan bal kişand ku gelê navçeya Kazanê di dema hewldana derbeyê de tekoşînekî bi rûmet û bi heysiyet daye. Dûvre Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li vir we baregeha mirted kişand hesabê. Ez bawerim ku tekoşîna we ya bi rûmet, meşa we ya ji bo şehadetê  hûn li dinê ji her kesî re bûn mînak.”

Erdogan wiha bal kişand ser rêxistina terorê ya FETO: “Niha direvin. Pê derekî digerin ku birevin. Direvin ku derê bila birevin. Dê ew birevim em jî li pey wan bidin. Dê li vî dinyayê em dinyaya din jî Xweda ji wan hesab bipirse. Dê Xweda hesaba 241 şehîdan û  2 hezar û 194 kesên xeziyan bipirse.”

Serokkomar Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê wan hesaba her tiştî nekirin. Dema ku ev gelê esîl rabe piyan dê çi bibe? Hesaba vî yekê nekirin. Wan zen kir ku dê ev yek bi F-16yan were sekinandin. Wan dizaniya ku helîkopter bi helîkopteran tên sekinandin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir