"Pêwsît e em jî wek muhaciran destên xwe ji hemû tiştî bikşînin"
Miftiyê Bajêra Diyarbekirê Burhan Îşlîyen di derbarê sersala Hîcrî de nirxandinan kir û balan kişande li ser fedakariyên di hicretê de.
Îşlîyen di nirxandina ku di derbarê mijarê kir de destnîşan kir Misliman ji bo ku Xweda razî bikin divê wek muhaciran ji hemû tiştî destên xwe bikşînin.
Îşlîyen di berdewama axavtina xwe de qala fedakariyên di hicretê de kir û wiha axivî: “Hicreta Pêxemberê me û ya Mislimanan wek sersala Hicrî tê qebûlkirin. Ji ber ku em dikevin sersala Hîcrî ya nû divê em fedakariyên di hicretê de û fazîleta meha muharremê têxin rojeva xwe.Hîcret ji bo riza Xwedê, terikandina temamê malê dinayayê, terikandina malbat û ewlad e.Peyameke ku hicret dide me peyama qezenckirina riza Xwedê ye.Çawa ku dema Misliman ji Mekkê bi bal Medînê ve koç kirin destên xwe ji temamê malên dinyayê kişandin divê em jî bi heman awayî ji bo qezenckirina riza Xwedê dest ji hemû tiştî bikşînin. Bes ku bila ew ji me razî be.”
“Terikandina meclîseke ku lê gıybet tê kirin hicret e”
Îşlîyen di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir Pêxemberê me ji bo wan kesên ku ji tiştên heram dûr dibûn digot muhacir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê em vê gotina pêxemberê xwe ji bîr nekin.Lewra terikandina cihekî ku lê heram tê kirin jî hicret e. Terikandina meclîseke ku lê gıybet tê kirin hicret e.Heta dawiya jiyana me dê hicret berdewam bike.”(ÎLKHA)