• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Zanîngeha Ixdirê polên keç û kuran ji hev hatin cûdakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vê cûdakirina ku hat kirin xwendevanên fakulteyê ji mêj ve teleb dikirin ku piştî demeke dirêj ev teleb ji teref îdareya zanîngehê ve hat qebûlkirin.Îsal dê xwendekarên keç û kur dê di polên cûda de perwerdehiyê bibînin.

Zulfu Dînçê ku Arîkarê Serokê Klûba Civaka Qur’ana ku Dijî ye di derbarê mijarê de destnîşan kir bi hewildanên şexsî û civakî zanîngeha me dawî li perwerdeya tevlîhev anî.Dînç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji wan birayên xwe yên xwendevan û ji wan mamosteyên me yên ku di vê mijarê de keda wan hene re teşekur dikim.A niha li kêm deran ev tablo heye.Rebbê min hejmera van îlahiyatên ku lê keç û kur ji hev cûda perwerdehiyê dibînin zêde bike.Em bawer dikin ger dê pol ji hev bên cudakirin dê bi xêrtir be û kalîteya perwerdehiyê zêdetir bibe.”

Di derbarê mijarê de xwendekarên zanîngehê yên bi navê Ruveyda Tatar, Hîlal Çolak, Muhammed Denîz,Emîne Akakin, Durmuş Baran Şaşar û Emîne Akgun destnîşankirin guhartina ku hat kirin de kêfxweşiyên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ev guhartina ku hatiye kirin tiştekî baş e û  pêwîst bû ku bê kirin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir