• DOLAR 32.597
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2493.522
  • ...
Badilliyan jî ji îddîayên ku di derheqê eşîran de tên gotin re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ji teref eskerê bi teqewîd Hesen Atîlla Ugur ve  hat îddîakirin Îngîlîzan ji bo li Başûrê Rojhilat teşebûsa darbeya duyemîn bidin destpêkirin deynên eşîran dane.Piştî vê îddîayê ji gotinên ku hatin kirin re eşîrên Kurd bertek nîşan dan.Ji van eşîrên ku ji îddîayan re bertek nîşan dan yek jî Eşîra Badilliyan e.

Haci Osman Badilliyê 95 salî yê ku ji rîspiyên Eşîra Badilliyan e ji îddîayan re bertekeke tund nîşan da. Badilli di derbarê mijarê de destnîşan kir eşîr ji însanên bi şeref teşkîl dibin û wiha axivî: “Eşîr çawa ku dema Fransiz Rihayê îşxal kirin, îxanet nekiribin  a niha jî îxanetê nakin.”

 “Apê min Seîd Badilli li dijî îşxalkeran heta nuqteya xwîna xwe ya dawîn mucadele kir”

Badilli di berdewama axavtina xwe de qala rizgariya Rihayê kir û wiha axivî: “Fermandarên Fransevî li gundê Agizhanê hatin ba Apê min Seîd.Jê re gotin ku bi me re mucadele nekin, em ê fermandariyê bidin we û îdarê teslîmî we bikin.Lê apê min ji wan re got ku ez ê heta nuqteya xwîna xwe ya dawîn bi îşxalkeran re mucadele bikim.”

 “Gelo însan ji namûsa xwe re îxanet dike?”

Osman Badilli di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Eşîret bi şeref û iffet in.Eşîret bêşerefiyên mîna vê nakin. Kesê ku însan be ma ji şeref û namûsa xwe re îxanet dike?Di 15ê Tîrmehê de kî teşebûs kiribe Xweda bela xwe bide wan.Tu eşîr pere nagrin.Ez cardin dibêjim ma însan îxanetî namûsa xwe dike?Kesê ku vê îxanetê kiribe li namûsa xwe jî îxanetê dike.Eşîrên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat tiştekî bi vî awayî nakin.Ev îddîa derew û îftîran e.Hemd ji Xwedê re em ehle îmanê ne.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir