Şahîn ji gotina DYEyê ya 'dê çalakîyên terorê bên kirin' re bertek nîşan da
Seroka Şaredariya Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn di civîna 6emîn Serokên Lijneya Birêvebirina Heremê ya TURSABê de axivî, Şahîn di axavtina xwe ya ku kir de bertek ji hişyariyên Emrîka re nîşan da.
“Em li vê derê tedbirên derasayî distînin, li Emrîkayê teqîn çêdibe”
Şahîn di axavtina xwe ya ku li civînê kir de di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev bû çend car ku wisa dikin.Dema ku em niyet dikin organizasyoneke mezin bikin, radibe û daxuyaniyekê dide.Bi vê daxuyaniya ku dihêt dayîn pêşiya organizasyonên me tên girtin. Em li vê derê tedbirên derasayî distînin, li Emrîkayê teqîn çêdibe.Mucadeleya bi terorê meseleya temamê cîhanê ye.”(ÎLKHA)