• DOLAR 32.388
  • EURO 35.075
  • ALTIN 2326.544
  • ...
Li nexweşê di beşa lênêrîna giran de idîaya derbê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alireza Ferahaniyê Îranî yê ku nexweşê KOAH û bêhntengiyê ye idîa kir ku ew di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Marmarayê de ji teref hemşîrekî ve hatiye derbkirin. Ferahanî mijarê ji ÎLKHAyê re ragihand.

Ferahanî diyr kir ji ber ku dan û sitandina nefese de acizî dikir di 11ê Îlonê de bişev wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Pendîkê. Ji wir jî wî sewqê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Marmarayê kirine. Ferahanî dûvre di beşa lênêrîna giran de hat razandin. Ferahanî destnîşan kir ku ew ji teref hemşîrekî ve hatiye derbkirin. Ji ber vî yekê Ferahanî ragihand ku wî vê yekê giliyê dozgeriyê kiriye.

“Dengê xwe bibire! Ez ji te re nabêjim bendewar bibe!”

Ferahaniyê ku nexweşê KOAH û bêhntengiyê ye idîa kir ku dema ew di beşa lênêrîna giran de razandî bûye hemşîrekî bi navê S.yê wî derb kiriye.

Ferhanî diyar kir ew ji ber ku demarê wî xitimiye emeliyat bûye. Dûvre wî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dûvre min rakirin beşa lênêrîna giran. Li vir dest û pêyên min wek girêdayî min razandin. Dema ku min sedema  vî yekê pirsî ji min re gotin sedema wê ew e ku nexweş zirarê nedin te. Dema ku bi heman şiklê dest û pêyên min girêdayî bû roja 13/09/2016ê di derdora saet 23.30yan de ji ber ku êşa canê min hebû min ji wezîfedaran derman xwest. Derman nedan min û her tim ji min re gotin bendewar bibe. Lê dema ku êşa min zêdetir kir min dûbare derman xwest. Hemşîreyê bi navê S.yê hat cem min. Destê xwe vekir û rûyê min şidand. Dûvre ji min re got dengê xwe bibire! Ez ji te re nabêjim bendewar bibe! Dema ku ez hatim hemdê xwe min dît ku dera kesê bi navê Sedat rûyê min şidandibû şîn û reş bû. Ez ji hemşîreyê bi navê S.yê gilîdar im.”

“Mêrê min di beşa lênêrîna giran de hat derbkirin”

Elîf Ferahaniya jina Alîreza Ferahanî jî diyar kir mêrê wê dema ku di beşa lênêrîna giran de bûye wî ziyaret kiriye. Di wê heyamê de dîtiye ku di bin çavên wê de şînahî hebûye û çavên wî werimîne. Ferahanî diyar kir ku dûvre mêrê wê jê re qala mijarê kiriye.

“Min di heman nexweşxanê de rapora derbê derxist”

Elîf Ferahanî ragihand ku di heman nexweşxanê de rapora derbê derxistine. Dûvre Ferahanî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji nexweşxanê di 18ê mehê de tabûrcî bû. Dema ku ew tabûrcî bû ez demildest çûm serwîsa acîlê. Min rapora derbê ji serwîsa acîlê derxist. Wê çaxê ji min re gotin hêj mêrê te wek tabûrcî di sîstemê de nayê dîtin û ji min 90 lîre sitandin. Him mêrê min derb kirin him rapora derbê dan min û him jî bihayê raporê ji min sitandin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir