• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Mexdûrên ku nayên dîtin ên FETO/PDY -5
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hinek dozên ku wekê endamên Ergenekon û Balyozê alîgirên Kemalîst dihatin darizandin de cezayên giran sitandibûn hatin serbestberdan. Lê qomployên ku ji teref FETO/PDYyê ve hatine lidarxistin nayên dîtin.

Piştî hewldana derbeya 15ê derket holê ku gelek komplo ji teref endamên darazê ve yên ku bi hinceta terorê ji wezîfê hatin dûrxistin û bi şiklekî eşkere bi PKKê re hevkariyê dikirin heye. Ji van yekî jî di sala 2013an de komploya ku li Zanîngeha Dîcleyê li Qluba Bîlge Gençlîkê hat kirin bûn.

Di meha Nîsana sala 2013an de li Diyarbekirê di Zanîngeha Dîcleyê de ji ber ku endamên Qluba Bîlge Gençlîkê xwestiubûn ku bernameya Wîladeta Pîroz li dar bixin hinek parlementerên BDPyên wê heyamê provoqasyonan derxistin û di encama vî yekê de ji tereh PKKê ve êrîş li van xwendekarên ku endamên Qluba Bîlge Gençlîkê ne hat kirin. Di encaa êrîşê de hinek endamên qlubê birîndar bûn û hinek jî ji teref FETO/PDYê ve hatin mexdûrkirin. Ji xwendekarên bi navê Cîhan Turan, Şaban Aslan, Sadik Çetînkaya, Eşref Taş û Mehmet Şah Yilmaz di encama qomploya ku hat lidarxistin de hatin mehkûmkirin.

Serokê mehkemeyê yê ku cezayan înza kir Alî Gîrgîn (40141) dûvre di bergeha lêpirsîna FETO/PDYyê ve hat girtin û endamê mehkemê Abdullah Karamete bi heman hincetê ji wezîfê hat dûrxistin. Di heman dozê de gelek polêsên ku dijî xwendekaran operasyon lidarxistibûn ji wezîfê hatin dûrxistin. Lê hêj jî mexdûriyeta ku ceza li xwendekaran re hat dayîn didome.

“Cezayên ku hatine dayîn dijî hiqûqê ne”

Serokê HUR-DERê Parêzer Şaban Dalgin diyar kiribû cezayên ku li endamên vî qlubê hatiye dayîn bê binasî ne û li ser endamên mehkemê tu unsurên sûcê tüneye. Piştî hewldana derbeya 15 Tîrmehê ji 3 hakimên ku biryara vî cezayê dabûn 2yê wê di bergeha lêpirsîna FETO/PDYyê de ji wezîfê hatin dûrxistin. Ev yek jî da nîşandan ku ev biryara hatiye dayîn çi qas xwedîqusûr e.

PKKyiyan êrîş kir polêsan lê mêze kirin

Komployên ku dijî endamên Qluba Bîlge Gençlîkê hatin lidarxistin bi êrîşên PKKê re hat destpêkirin. Xwendekarên ku endamên qlubê bûn ji bo ku bernameya wîladeta pîroz lidar bixin ji rektortiya zanîngehê destûr sitandibûn. Ev xwendekarê digel dûçarbûna êrîşan ên çendîn acara wan bi itîdal hereket kirin.

Herî dawî wekê ku di qeydên qemereyên ewlehiyê de jî tê dîtin ku endamên qlubê li qantîna fakülteye de ji bo bernameya Wîladeta Pîroz broşûr belav dikirin dûçarê êrîşa PKKyiyan dibin. Di dîmenan de tê dîtin ku endamên qlubê ji bo ku bûyer geş nebin ji wir dûr dibin. Lê di zanîngehê de gengeşî didomiya û li zanîngehê polêsên ewlehiya Diyarbekirê tunebû lê TOMAya ku aydê Hêzên Çewîkê yên Êlihê ye li wir bû. Ev jî bala mirov dikişand.

Polêsên Diyarbekirê piştî 2 saetan diçe ciyê bûyerê

PKKyiyên ku dûvre dicivin da ku êrîş bikin (gor çavkaniyên ewlehiyê 500-800 kes) hewl didin ku endamên qluba Bîlge Gençlîkê ya 30 kesî lînç bikin. endamên qlubê yên ku dibînin ku koma PKKyî bi qesta kuştinê hatiye wek xweparêzî komê belav dikin. Ev bûyer û gengeşe 2 saet didome lê tu polês li holê tune. Ev jî baldar e.

“Ewlehiya Êlihê çawa zanî ku bûyer hene?”

Ji parêzerên mexdûran Abdulganî Orhan di rojên ku bûyer qewimîbû de bal kişandibû ser lîstika ku hewl tê dayîn were lîstin û dûvre wiha axivîbû: “Beriya bûyerê ewlehiya Êlihê wisa hereket dikir wekê tiştî ku ji bûyerê haydar bû. Wisa bû ku wekê dihat zanîn da ku dê ev bûyer biqewime. Tişta herî balkêş ew bû ku ewlehiya Êlihê li zanîngehê bû ya Diyarbekirê jî wekê ku dê êrîşa esnafê dîndar bike di derveyê bajêr de hêvîdar bû ku bûyer belavê derveyê zanîngehê bibe.”

Polês: Me nehêşt ku PKKyiyan ji zanîngehê biqewrînin

Orhan destnîşan kir ku xwendekarên ku endamê Qluba Bîlge Gençlîkê lîstika ku dê bihatiba lîstin xera kir. Dûvre Orhan wiha pê de çû: “Nêzî 30 ciwanên dîndar vî lîstikê xera dikin. Vegerandina wan û dûvre belavkirina wan, têketina wan a Fakulteya Perwerdehiyê hemî planan diguherîne. Ewlehiya Diyarbekirê ya ku dibîne ku plan guherîne demildest navenda bajêr terk dike û diçe zanîngehê. Polêsekî wiha diaxive: “Heke em negihaştina zanîngehê dê koma PKKyî ji zanîngehê biqewirandina. Me nehêşt ku PKKyiyan ji zanîngehê biqewrînin.” Ev yek jî dide nîşandan ku lîstik çi qas qirêj e.”

Xwendekarên ku lîstikê xera kirin bi qomploya FETO/PDYyê hatin mehkûmkirin

Piştî 15ê Tîrmehê diyar bû êku têkiliya FETO/PKKê bi hevre heye. Dema ku ev lîstik ji teref xwendekarên Qluba Bîlge Gençlîkê ve hat xerakirin unsurên daraza FETO/PDYyê van kesan bi binasiya ‘li ser navê êrêxistina derqanûnî hereket dikin’ wan derêxistin hemberê mehkemê. Lê di heyama mehkemê de delîlên ku vî binasiyê piştgirî bike tunebû û destûra ku ji rektortiya zanîngehê hatibû xwestin wek sûc hat hesibandin. Lijneya mehkemê di dozê de delîl nedît û wek ceza bi binasiya xwepêşandana bê destûr ji wan re hat dayîn. Lê ev ceza jî wek hiqûqî nelirê bû. Lewra xwendekarên ku ji êrîşan xelas bûbûn ji bo ku dûbare dûçarê êrîşê nebin wek kom ji wir dûr bûn.

Endamên FETO/PDYyê xwendekarên ku di êrîşa PKKê de birîndar bûbûn jî daxîlê doza ku di derrbarê xwendekaran de hatibû vekirin kirin. Ji xeynî vî yekê wan xwendekarên ku çûn da ku hevalên xwe yên birîndar ziyaret bikin jî bi binasiya ku hevalên xwendekarên birîndaran in binçavî kirin.

Dozger beraetê xwest, hakim ceza da

Orhan ragihand ku dozger beraetê xwestiye lê hakim ceza daye. Dûvre Orhan wiha axivî: “Di qanûnê de ji bo ku ji meşandina xwepêşandinê re mixalefetê bikinîxtarkirina eşkere ya polêsan a li ber qemereyan di gel îxtarê derbasbûna wextê ya ku hatibû diyarkirin kom belav nabe û şertê israrkirinê tê lêgerînkirin. Lê dema ku li qeydan tê mêzekirin endamên Qluba Bîlge Gençlîkê tiştekî wiha nekiriye. Dozger beraetê xwest, hakim ceza da.

Xwendekarên ku dûçarê komployê bûne bendewer in da ku edalet pêk were

Xwendekaran diyar kirin ku piştî 15ê Tîrmehê eşkere bûye ku ev yek komplo bûye. Ev xwendekar nendekar daxwaz dikin biryarên ku ji teref hakimên FETO/PDYê ve hatine dayîn werin xirabkirin. Her wiha xwendekar teleb kirin daku hakim û plêsên FETO/PDYyê ku vî qomployê lidarxistine derkevin hemberê darazê. (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir