• DOLAR 32.6
  • EURO 34.837
  • ALTIN 2502.485
  • ...
HUDA PAR di derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên rejîmê yên li dijî Helebê

Di daxuyaniya ku hat weşandin de di derbarê rewşa Helebê de wiha  hat ragihandin: “Her roja ku diçê encamên şerê naxweyî ya Sûrî girantir dibe.Ew emperyalîstên ku ji bo berjewendiyên xwe dinyayê dişewitînin digel îlankirina agirbestê qet bombebaranan kêm nakin.Carinan rejîm carinan Emrîka û carinan jî Rûsya bi balafiran mirinê di ser xelkê de dibarînin û bi xelkê mezlûm dojehê didin jiyandin.

Di êrîşên dawî yên rejimê yên ku li Helebê kirin de dîsa di serî de zarok û pitik gelek însanên siwîl  jiyana  xwe ji dest dan û gelek kes jî giran birîndar bûn.Hêj tu kes nizane dê rewşa mewcûd a Sûrî dê çawa bibe, lê hêj ji sala 2011an ve diyar bû ku Sûrî dê bikeve vî halî.

Him komên ku li sehayê bi hev re û rejîmê re şer dikin  û ji teref welatên derdorê tê hewildan li paş bihêlin ew hêzên şer ên kurewî ji dêla ku şer bidin xelaskirin de weke ku kêrî wan were şer xurttir dikin.Divê ev rastî li ber çavan bê girtin û temamên wan camîayên Îslamî yên ku li Sûrî ne ji sedî sed heqdar bin jî bizanibin bidestxistina wê derê an vê derê ne çareserî ye.

Çareserî ev e; divê planek bê damizrandin ku bi vê planê amûrên di destên emperyalîzmê de ji destên wan bê derxistin û divê ev plan ewlehiyê û qinyantiyê bide  temamê bêyî nerîna mezheb û kom li  hemî Mislimanan.Dû re jî divê di bingeha edaletê de ji hemû kesan re heq û hiqûqên wan bê dayîn.

Helwesta PKK-PYDê ya li Kurdistana Sûriyê li dijî muxalifan

PYDya ku li Sûriyê şaxa siyasî ya PKK ye her roja ku derbas dibe li dijî partî û siyasetmedarên Kurd ên ku li Kurdistana Sûriyê fealiyetan dikin re zext û zordariyên xwe zêdetir dike.

PYD heta îro tenê ji ber ku serî li ber wan nehatiye tewandin bi dehan siyasetmedar, rojnamevên Kurd qetil kiriye bi heman awayî ji zêdetirî bi sedan kesan jî avête hebsan û bi hezaran kesî jî ji heremê da koçkirin. Ji ber vê yekê PYD li Kurdistana Sûriyê bûye ‘Pirsgirêka herî mezin a Kurdan.’Naskiriyên kesên ku ji teref PYDê ve hatine girtin û di girtîgehan de ne çareya dawîn di destpêkirina bi greva birçîbûnê de dîtin, lê belê PYD van kesan jî  bi gefa girtinê tehdîd kir û li derdorê  terorane  tevgeriya.

Her weke ku tê zanîn PYD ji bo xortên ku naxwazin tevlî sefên wan bibin da ku tevlî sefên wan bibin naskirîyên wan xortan direvînê  û bi tetbîqkirina şideta li dijî siyasetmedar û rojnamevanan hewil dide hebûna xwe bidomîne. Ev bêtehemulî û zextên faşîzane yên PYDê bala xelkê Kurd kişandiye li ser xwe û di hişê dîrokê de hatiye qeydkirin.Bi heman awayî em ji teref hêzên çekdar ve revandina Edil Hesenê rayedarê Sileymaniyê yê Partiya Yekîtiya Îslamî yê  ku li Kurdistana Iraqê hat revandin û şidet lê hat kirin qebûl nakin  û em vê yekê şermezar dikin.”

Ji bo temamê daxuyaniyê bitikenin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir